Dibe ku ‘dostê Kurdan’ bibe serokê FIFAyê
Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronê ku wekî “dostê nêzîk ê Kurdan” tê naskirin dixwaze bibe serokê FIFAyê.
Medyaya Fransayê ragihand ku Macronê 47 salî difikire sala 2027an li şûna Gianni Infantino bibe serokê Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA).
Çavkaniyên Fransayî diyar kirin ku posta serokatiya FIFAyê ji bo serokê niha yê Fransayê, dê bibe posteke balkêş û bibandor çimkî FIFA li cîhanê xwedî bandoreke mezin e.
FIFA xeyn ji futbolê bandorê li mijarên siyasî yên cîhanî jî dike.
Wekî mînak, FIFAyê piştî ku şerê Rûsya û Ukraynayê dest pê kir tîma neteweyî ya Rûsyayê û kulûbên wê ji pêşbirkên navneteweyî men kiribûn.
Radyoya “RMC Sport”ê ya Fransayê ragihand ku Macron li gorî yasayan piştî bidawîhatina dema serokatiya xwe nikare careke din xwe ji bo wê postê berpêş bike.
RMC Sportê her wiha destnîşan kir ku Hilbijartinên Serokatiya FIFAyê yên 2027an ji bo Macron vebijêrkeke meqûl in.
Rojnameya “Le Monde”yê a Fransayê jî eşkere kir ku Macron piştî xelasbûna erkê xwe dixwaze di posteke girîng û bibandor a cîhanî de bixebite.
Li gorî Le Mondeyê, Macron bi taybetî dixwaze di qada werzişê de bibe xwedîdev.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku Macron berê boksorekî arzûmend bûye û meyla wî li ser werzişên wekî futbol û kaşûnê jî heye.
Tê zanîn ku pêwendiyên Macron û saziyên navneteweyî yên werzişê baş in û bi kesên wekî stêrka Real Madridê Kylian Mbappé û Rahênerê Tîma Neteweyî ya Fransayê Didier Deschamps re têkiliyên wî yên baş hene.
Amaje pê dayîn, ev pêwendiyên wî yên bi cîhana werzişê re îhtîmala ku Macron vibe serokê FIFAyê xurttir dikin.
Şêwirmendên wî jî vê vebijêrke wekî tercîheke nedûrîaqilan dinirxînin û li gorî wan dê Macron bi hewleke ne gelekî zêde karibe were vê postê.
Emmanuel Macron 1977an hatiye dinê û ji sala 2017an ve Serokkomarê Fransayê ye.
Siyasetmedarekî çalak e û wekî “dostê nêzîk ê gelê Kurd” tê naskirin.
Her wiha pêwendiyên wî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xurt in.
Macron Texaba 2021ê hat Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û rayedarên din re hevdîtin kirin.
Serokkomarê Fransayê ji bo ahenga vekirina Olîmpîyatên Parîs 2024ê ji Serokê Herêma Kurdistanê vexwendina fermî şand.
Macron vê mehê jî Nêçîrvan Barzanî vexwend merasîma vekirina katadrala dîrokî ya Notre Dameyê.