Spor

Fînala berî fînalê: Manchester City û Real Madrid…

Hewlêr (Rûdaw) – Her du tîmên qerase Manchester City û Real Madrid îşev di maça Lîga Şampiyonan a UEFAyê de tên pêşberî hev.

Qonaxa play-offê ya Lîga Şampiyonan dê îşev bibe dika du tîmên qodaman ên futbolê û Manchester City û Real Madrid dê cara 13an xwe li hev tûj bikin.

Maça ku wekî “fînala berî fînalê” tê nîşandan dê li Manchesterê li Stadyuma Etihadê were lîstin û dê Clement Turpin hakemtiya vê lîstika dîrokî bike.

Real Madrid îsal di 8 maçên Lîga Şampiyonan 5 caran bi ser ket lê 3 caran jî zora wê çû.

Madrid bû xwediya 15 puanan û qonaxa grûpan di rêza 11an de xelas kir ku ev surprîzek bû lewra ev tîma zilhêz ji aliyê gelek kesan ve favorî tê nîşandan.

Real Madridê di van 8 maçên xwe de 20 gol avêtin û 12 gol xwarin.

Çarenivîsa Manchester City jî bi piçekî ji ya Real Madridê reştir bû, wê jî bi 11 puanan di rêza 22yemîn de cihê xwe girt ku ev jî surprîzeke mezin bû.

Manchester City di 8 maçên ewil de tenê 3 caran bi ser ket, 3 cara zora wê çû û 2 maç jî bi wekheviyê xelas bûn.

Cityê jî di van maçan de 18 gol avêtin û 14 gol xwarin.

Divê were gotin ku pêşbirk dê bi şêwaza rovanşê bê lîstin û maça duyem 19ê Sibatê li Stadyuma Santiago Bernabeuyê ye.

Her du tîm heta niha di Lîga Şampiyonan de 12 caran hatine pêşberî hev û di van maçan de hevsengiyeke adil a van her du tîmên qerase heye.

Di van 12 maçan de her du tîm jî 4 caran bi ser ketine û 4 maç jî bi wekheviyê qediyane.

Manchester Cityê di van maçan de 24 gol avêtine û Real Madridê jî 22 gol avêtine.

Di Lîga Şampiyonan de heta îro kes nikare lingê xwe li yê Real Madridê bixe çimkî 15 caran kupaya Lîga Şampiyonan biriye mala xwe û di vî warî de yekem e.

Tîma Spanyayê par jî di maça fînalê de pişta Borussia Dortmundê anî xwarê û tevlî kupaya xwe ya nipînû ber bi Mardirê ve bi rê ket.

Li rexê din, Manchester Cityê heta niha tenê careke ev kupa biriye mala xwe.

Tîma Îngilistanê di fînala sezona 2022-2023yan de li Stenbolê zora Interê bir û kupaya xwe bir Manchesterê.



Source link