Spor

Li Amedê baran e, li ser serê Manisasporê mij û…

Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor di bin barana gur de li hemberî Manisasporê bi 2 golan bi ser ket û hefte bê ziyan derbas kir.

Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor di hefteya 31emîn a Lîga 1emîn a TFFyê de di bin baraneke dijwar de li Stadyuma Amedê mazûvaniya Manisa FKyê kir.

Di vê maça ku ji bo lûtkeya lîgê gelekî girîng bû de, Amedsporê ji xulekên destpêkê ve lîstikeke bibandor nîşan da.

Di destpêka nîvê duyem de ji ber şert û mercên qadê leza maçê hinekî kêm bû lê bi guhertina lîstikvanan re maç careke din geş bû.

Amedsporê bi lez dest pê kir

Di destpêka maçê de Amedsporê gelek caran êrişî qeleya hevrikê xwe kir û derfet neda Manisayê.

Lîstikvanê Amedsporê Hasan Ali Kaldirim xuleka 11an de seqet bû û neçar ma ji lîstikê derkeve. Li şûna wî Celal Hanalp ket lîstikê.

Nîvê yekem bê gol qediya

Lîstikvanê Manisa FKyê Yasin Gureler jî xuleka 41ê seqet bû û lîstikvanê ciwan Ada Îbîkê 17 salî ket cihê wî.

Lîstikvanên Amedsporê gelek derfet bi dest xistin lê nîvê yekem bê gol bi dawî bû.

Manisa 10 kes ma

Nîvê duyem jî di bin baranê de bi zehmetî derbas bû.

Di maçê de bi giştî 5 kartên zer hatin nîşandan.

Lîstikvanê Manisayê Alenis Vargas xuleka 75an karta sor dît û tîma wî di xulekên mayî de 10 kes ma.

Moreno bû birûsk

Ketina lîstikê ya Moreno û Dia Saba di nîvê duyem de tevger xist maçê.

Daniel Moreno xuleka 80yî bi pasa Dia Saba gola yekem a Amedsporê avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Moreno di xulekên zêdekirî de careke din derket ser dikê, gola duyem jî avêt û hem tîma xwe rihet kir hem jî bû stêrkê maçê.

Amedspor bi vê encamê 2-0 bi ser ket.

Bi vê serkeftinê Amedspora ku di nav sê tîmên destpêkê de cih digire, puanên xwe kirin 64.

Tîma Amedê rikberiya xwe ya li gel Erzurum û Eroksporê ji bo lûtkeya lîgê didomîne.

Amedspor hefteya pêşiya me dê li deplasmanê bi Hataysporê re bilîze.



Source link