Spor

Li ser paşeroja Lionel Messi 3 senaryo hene

 Hewlêr (Rûdaw) – Stêrkê futbolê yê Arjantînî Lionel Messi ku di tîma futbolê ya Inter Miamiya Amerîkayê de dilîze ji bo paşerojê 3 senaryo li pêşiyê ne.

Messi ji bo sala bê nêzîkî îmzekirina peymana mayîna xwe ya bi Inter Miamiyê re ye ku dema peymana wî meha Kanûna Paşîna 2025an bi dawî tê.

Raporên rojnamegeriyê amaje bi wê yekê kirine ku Messi piştî ku bi berpirsên tîmê re gotûbêjeke pêşketî kiriye nêzîkî îmzekirina peymana nû ya bi tîma xwe re ye.

Li gorî medyaya Spanyayê, derbarê peymana wî ya nû bi tîma Amerîkî re 3 senaryo li ber destê Lionel Messi hene.

Li gorî van 3 senaryoyan, îhtimala vegera Messi ya Barcelonayê gelekî kêm dibe û tê pêşbînîkirin ku Inter Miami dê bibe stasyona dawî ya Leo ya di rêwîtiya wî ya futbolê de.

Ew çavkanî dibêjin:

“Diyar e ku Messi dê peymana xwe dirêj bike û herî kêm heta havîna bê bi tîma futbolê ya Amerîkayê re bimîne.”

Lê Inter Miami eger vekirina stadyuma wan a nû were bipaşxistin dibe ku peymanê dirêjtir bike.

Plana niha ew e ku stadyum destpêka demsala MLSê ya sala 2026an were vekirin û eger ev jî wekî plan bi pêş ve here, pê naçe ku Messi zêdetirî 12 mehan peymanê bi tîmê re îmze bike.

Eger vekirina wê heta dawiyên 2026an yan jî heta 2027an were bipaşxistin, wê gavê Inter Miami dibe ku pêşniyar bike Messi heta meha Kanûna Paşîna 2027an li Floridayê bimîne.

Tevî ku dengo belav bûne Messi dixwaze bi tîma Newell’s Old Boysa Arjantînî re dawî li jiyana xwe ya werzişê bîne ku wî bi wê tîmê dest bi futbolê kiribû.



Source link