Lîga Şampiyonan – 16 tîmên dawî diyar bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Di Lîga Şampiyonan a UEFAyê 8 tîmên din diyar bûn ku derbasî qonaxa 16 tîmên dawî bûn.
Di Lîga Şampiyonan de piştî lîstikên doh û pêr hemû tîmên ku derbasî qonaxa 16 tîmên dawî bûne zelal bûn.
Di qonaxa play-offê ya pêşbaziya herî mezin a kulubên futbolê yên Ewropayê de, Feyenoord, Club Brugge, Bayern Munich, Benfica, Borussia Dortmund, PSG, Real Madrid û PSV bi serkeftinên xwe re derbasî nav 16 tîman bûn.
Liverpool, Barcelona, Arsenal, Inter, Atletico Madrid, Bayer Leverkusen, Lille û Aston Villa rasterast derbasî qonaxa 16 tîmên dawî bûbûn.
Pişkên qonaxa 16 tîmê dawî, çaryeka fînalê û nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan dê sibê li bajarê Nyonê yê Swîsreyê bên avêtin.