Maça Amedsporê û Çorum FKyê dê di TRTyê de neyê…
Hewlêr (Rûdaw) – Maça Amedsporê û Çorum FKyê di TRTyê de neyê weşandin û alîgir ji vê yekê ne razî ne.
Biryar hat dayîn ku lîstika tîma futbolê ya Amedsporê ya li gel tîma Çorum FKyê di beşa werzişê ya televîzyona fermî ya Tirkiyeyê TRT Sporê de neyê weşandin.
Alîgirên Amedsporê ne razî ne û li ser medyaya civakî dixwazin ku lîstik were weşandin ku karibin temaşe bikin.
Di hefteya 35emîn a Lîga Yekem a Trendyolê de tîma kesk û sor a parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor îro li mala xwe dê bi tîma Kluba Futbolê ya parêzgeha Çoruma Tirkiyeyê Çorum FKyê re bilîze.
Maç dê saet 19:00an li Stadyuma Amedê were lîstin û Muhammet Alî Metoglu lîstikê bi rê ve dibe.
Berî lîstikê biryar hat dayîn ku lîstik tenê di kanalên tabii û beINSports 2yê de were weşandin.
Biryarê alîgirên her du tîman xemgîn kir.
Bi taybetî alîgirên Amedsporê şok bûn û beşek ji wan ji bo ku lîstik di TRT Sporê de were weşandin li ser medyaya civakî kampanyayek da destpêkirin.
Li aliyê din nayê zanîn ka çima lîstik di TRTyê de nayê weşandin û alîgirên Amedsporê vê yekê jî mereq dikin.
Tîma Amedsporê di hefteya 34emîn a lîgê de 51 xal bi dest xistbûn û li gel tîma Çorum FKyê ku di rêza 8emîn de ye xwedî heman xalan e.
Ev lîstik ji bo yekalîkirina rêzbendiya her du tîman a di lîgê de gelekî girîng e.