Spor

Manchester United, Athletic Bilbao, Tottenham û…

Hewlêr (Rûdaw) – Di Lîga Ewropa ya UEFAyê de, Manchester United, Athletic Bilbao, Tottenham û Bodo/Glimt derbasî nîv-fînalê bûn.

Maçên rovanşê yên çaryeka fînalê ya organîzasyona herî mezin a duyem a futbola Ewropayê bi dawî bûn.

Di şeva ku kelecan qet kêm nebû de, Manchester Unitedê mêhvandariya Olympique Lyonê kir.

Tîma malxwê, xuleka 10an bi gola Manuel Ugarte û xuleka 45+1an bi gola Diogo Dalot nîvê yekem 2-0 bi pêş ket.

Lyonê xuleka 71an bi gola Corentin Tolisso û xuleka 78an jî bi gola Nicolas Tagliafico skor kir 2-2.

Wekî maça yekem, 90 xulekên asayî jî 2-2 bi dawî bû û maç hat dirêjkirin.

Lyon piştî ku Tolisso xuleka 89an karta sor dît, bi 10 kesan ma lê dîsa jî xuleka 105an bi gola Rayan Cherki û xuleka 110an jî bi gola penaltiyê ya Alexandre Lacazette skor kir 4-2.

Di vê lîstika ku dê bi salan neyê jibîrkirin de Manchester Unitedê tiştekî derhozeyî kir.

Manchester United xuleka 114an bi penaltiya Bruno Fernandes, xuleka 120î bi gola Kobbie Mainoo û xuleka 120+1an jî bi gola Harry Maguire 5-4 bi ser ket û derbasî nîv-fînalê bû.

Athletic Bilbaoyê jî li qada xwe 2-0 zora Rangersê bir û derbasî qonaxa nîv-fînalê bû.

Tottenham jî li deplasmana Eintracht Frankfurtê 1-0 bi ser ket û bû yek ji wan 4 tîmên dawî.

Di nîv-fînalê de Athletic Bilbao dê bi Manchester Unitedê re bilîze, Tottenham jî dê bi Bodo/Glimtê re pêşbirkê bike.

Maçên nîv-fînalê yên Lîga Ewropayê dê 1 û 8ê Gulanê bên lîstin.



Source link