Mardin 1969 Spor derket lîga 2yem
Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Mardin 1969 Sporê Orduspor 1967 4-2 têk bir û bû Şampiyon û derket Lîga 2yem.
Mardin 1969 Spor û tîma bajarê Orduyê Oduspor 1967 ku di Grupa 4em a Lîga 3yem a TFFyê de dilîze di çarçoveya hefteya 30î de li stadyuma Mêrdînê hatin pêşberî hev.
Di maça bê alîgir de Mardin 1969 Sporê li mala xwe bi 4-2 ji Ordusporê bir.
Mardin 1969 Spor bi vê sekeftinê bû şampiyon û cara yekem derket Lîga 2yem.
Serokê Mardin 1969 Sporê Ridvan Aşar got ku ew vê şampiyoniyê diyarî xelkê Mêrdînê dikin û wiha got:
“Me soz dabû ku cihê Mêrdînê ne Lîga 3yem e. Di serî de parêzgarê me hemû bajêr bû yek.
Me wê soza xwe girt û vê tîmê derxist Lîga 2yem. Me têkoşîn kir û ev tîm kir şampiyon.
Rêya me dirêj e û ev bajê tiştên hîn xweşiktir heq dike.”