Mesrûr Barzanî: Serkeftina Dihokê cihê şanaziya…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, “Ev serkeftina mezin cihê şanaziya me hemûyan e.”
Tîma futbolê ya Dihokê li hemberî tîma futbolê ya Qadisiyeyê ya Kuweytê 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Lîga Şampiyan a Kluban a Kendavê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber şampiyoniya Dihoke peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Pîrozbahiyeke germ li tevahiya lîstikvanên Dihokê, xelkê bajarê Dihokê û Kurdistanê bi giştî dikim ji bo bi destanîna Kupaya Lîga Şampiyonan a Kluban a Kendavê.
Ev serkeftina mezin cihê şanaziya me hemûyan e. Hêviya serkeftinê ji bo hemû tîmên werzişê yên Herêma Kurdistanê dixwazim.”
🏆 Lîstikvanên tîma Dihokê Kupaya Şampiyoniya Kluban a Kendavê bilind kir
Tîma futbolê ya Dihokê kupa ji destê Mesrûr Barzanî wergirt pic.twitter.com/s2NSrjwkwL
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 15, 2025
Serkeftina dîrokî ya Dihokê
Hefteya borî Dihokê û Qadisiye di gava yekem fînalê ya Lîga Şampiyonan a Kluban a Kendavê de li Kuweytê hatibûn hemberî hev û maç 0-0 bi dawî bûbû.
Dihok û Qadisiye îro di gava duyem a fînalê de li stadyuma Dihokê hatin pêşberî hev.
Dihokê bi golên Siyabend Egîd (xuleka 66an) û Marlon Dos Santos (xuleka 90+2yan) 2-1 tîma Qadisiyeyê ya Kuweytê têk bir û bû şampiyon.
Cara yekem e ku tîmeke Îraq û Herêma Kurdistanê vê kupayê distîne.