Qubad Talebanî: Bila yekîtiya ji bo Zaxoyê…
Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî alîgirên tîma Zaxoyê pîroz kirin û got, “Bila yekîtiya ji bo Zaxoyê derbasî nav siyasetê jî bibe.”
Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata “Alîgirê Herî Baş” a sala 2025an dîtin.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî piştî ku FIFAyê bi awayê fermî ragihand ku alîgirên Zaxoyê hêjayî xelata “Alîgirê Herî Baş” a sala 2025an hatine dîtin peyameke pîrozbahiyê belav kir û alîgirên Zaxoyê pîroz kirin.
Qubad Talebanî di peyama xwe de got, “Pîroz be li Zaxoya delal û pîroz be li hemû Kurdistanê” û anî zimên ku ew ji dil pîrozbahiyê li tîma Zaxoyê, alîgiran, niştecihên Zaxoyê û hemû Kurdistanê dike.
“Berhema hevgirtin û piştevaniya xelkê ye”
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku şirînahî û xweşiya vê xelatê di wê yekê de ye ku berhema hevsozî û piştevaniya hemû xelkê Kurdistanê ye û wiha pê de çû:
“Gelê Kurd tevî wan hemû zilm, zordarî û êşên ku hatine serê wan, hîn zindî ye û ber bi pêş ve diçe, ev jî berhema wê hevsozî û yekdiliya xelkê ye.”
“Bila ev yekîtî derbasî nav siyasetê jî bibe”
Qubad Talebanî bal kişand ser felaketa lehiyê ya hefteya borî ya li Çemçemal û Germiyanê û ev hevgirtina civakî wekî mînakekê nîşan da.
Qubad Talebanî xwest ku ev ruhê yekîtiyê li qada siyasetê jî reng bide û got:
“Di vê maweyê de herkes bi yekdil û yekdengî piştevaniya Zaxoyê kir û îro jî di cejn û şahiya Zaxoyiyan de beşdar in ku çawa hefteya borî di nava nexweşiyê de jî her kes hevsoz û piştevaniya xelkê Çemçemal û Germiyanê bû.
Em hêvîdar in ev hesta pîroz a hevsozî, hevçarenivîsî û yekdengiya di nav xelkê Kurd de, derbasî nav siyasetê jî bibe ji ber ku rêya rast ev e da ku gelê me ber bi destkeftiyên mezintir ve gavan biavêje.”
Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibû.
Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ketin pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn ên Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.
