Spor

Reqsa qeraseyan: PSG û Inter dê dansa dawî bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Paris Saint-Germainê (PSG) di maça rovanşê ya nîv-fînalê de Arsenal bi encama 2-1 têk bir û derbasî fînalê bû.

Lîga Şampiyonan a UEFAyê cihê qodamanên herî qerase yên futbolê ye.

Lîga Şampiyonan îsal jî bû dika dansa tîmên herî baş ên Ewropayê.

Paris Saint-Germain (PSG) şeva borî bi encama 2-1 li hemberî Arsenalê bi ser ket û derbasî fînalê bû û dê ji bo kupayê bi Interê re bilîze.

Arsenalê bi lîstikeke baş dest bi maçê kir lê PSG xuleka 27an bi gola Fabian Ruiz 1-0 ket pêş û nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Tîma Fransayê xuleka 69an xêr ji penaltiya Vitinha nedît û derba wî fût çû.

Lê Achraf Hakimî xuleka 72yan gola duyemîn kir û encam bû 2-0.

Arsenala mêvan xuleka 76an de bi gola Bukayo Saka encam kir 2-1 lê vê golê terî geşkirina hêviyan nekir.

PSGya ku maça yekem jî 1-0 bi ser ketibû navê xwe li fînalê nivîsand û ji niha ve xwe li Interê sor kiriye.

Maça fînalê ya “Lîga Dêwan” dê PSG û Interê bîne hemberî hev.

Maç dê 31ê Gulanê roja şemiyê li Allianz Arenaya li bajarê Munîhê yê Almanyayê were lîstin.



Source link