Spor

Ronaldo ber bi hezar golî ve diçe: Çend gol man?

Hewlêr (Rûdaw) – Efsaneyê Portugalî û kaptanê tîma Al Nasrê ya Erebistana Siûdî Cristiano Ronaldo, heta niha 957 caran torên rikeberên xwe hejandine.

Niha tenê 43 gavên wî mane ku bigihêje wê destkefta dîrokî ya ku jê re “hezar gol” tê gotin.

Pirsa girîng ev e: Çi qas dem pêwîst e ji bo ku vê destkefta efsanewî li ser navê xwe tomar bike?

Di wî temenî de ku piraniya stêrkan biryara berdana futbolê didin û xatir ji qada kesk dixwazin, Cristiano Ronaldo hîn jî bi wê enerjiya berê têdikoşe.

Cristiano Ronaldo eşkere ragihandiye ku heta negihêje gola hezaremîn, ew nafikire ku ji keştiya futbolê dakeve, bi wê mercê ku seqetî rê lê negirin.

Ronaldo di merasîma xelatên Globe Soccerê ya li Dubaiyê de bi baweriyeke mezin got:

“Di vî temenî de berdewamiya lîstikê ne karekî hêsan e lê hîn ew coş û kelecan bi min re heye.

Meraqa min a futbolê bêsînor e û ez dixwazim berdewam bikim.

Ne girîng e li kîjan parzemînê dilîzim, çi li Rojhilata Navîn be yan li Ewropayê, ez tenê dixwazim kêfê ji futbolê wergirim û golan biavêjim.”

Wî wekî ku peyameke zelal bide hemûyan got:

“Hûn armanca min dizanin. Ez dixwazim nasnavan bi dest bixim û bigihêjim gola hezaremîn.

Eger seqetî rê bide min, bê guman ez dê bigihêjim wê hejmarê.”

Amar çi dibêjin?

Eger em li amar û hejmarên Ronaldo yên dema ku tevlî tîma Al Nasrê bûye binêrin, em dibînin ku ew ‘makîneyeke golan’ a bêrawestan e.

Ronaldo di 125 maçan de bi formaya Al Nasrê 112 gol avêtine, ev jî tê wê wateyê ku di her 97,8 xulekan de golek avêtiye.

Li gorî vê navîniya golavêtinê, pêdiviya wî bi 4 hezar û 205 xulekên din ên lîstikê heye ku wan 43 golên mane biavêje.

Eger em van xulekan li ser dema maçan dabeş bikin, dike nêzîkî 47 maçên din.

Li gorî vê yekê, pêşbînî amaje bi wê yekê dikin ku Cristiano Ronaldo di navbera dawiya sezona bê yan di sezona 2026-2027an de digihêje gola hezaremîn.

Ew dê rûpeleke din a zêrîn di dîroka futbolê de binivîse ku dibe bi dehan salên din kes nikaribe wê rekorê bişikîne.



Source link