
Şerê alîgirên Zaxo û Newrozê: Li Silêmaniyê çi…
Silêmanî (Rûdaw) – Şeva borî di maça tîmên Zaxo û Newrozê ya li Silêmaniyê de alîgir bi nav hev ketin.
Di pêşbirkên gera 29an a lîgê de, Tîma Newrozê li qada xwe li hemberî Zaxoyê lîst û her du tîman dixwest alîgirên xwe bi serketinê şa bikin.
Lê dema maçê bi wekheviyê berdewam dikir, di xulekên dawî de alîgir daketin nava qadê û bi nav hev ketin.
#VÎDEO – Di maça Zaxo û Newrozê de şer derket, bi sedan alîgir bi carekê re ketin nava qada lîstikê
⚽️Pêşkeşkar dibêje: “Kuro ev der yarîgeh e, ev futbol e. Futbol xweş e, tika ye wiha lê mekin” pic.twitter.com/a0ZCjI39KB
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 22, 2025
Di van aloziyan de zarokekî 8 mehî winda bû, bavê wî alîgirê Tîma Zaxoyê bû û ji Rûdawê re got: “Alîgirên Tîma Newrozê êriş anî û zarokê min jî winda bû.”
Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar piştî demekê ragihand ku zarok hatiye dîtin û wî dişînin nexweşxaneyê.
#VÎDEO – Di maça Zaxo û Newrozê ya li Silêmaniyê de şer derket, birîndar hene
⚽️Zarokekî 8 mehî winda bûye
🎙️ Bavê wî zarokî ji Rûdawê re axivî: Alîgirên Newrozê êrişî ser Zaxoyê kir. Nizanim çi bi zarokê min hat pic.twitter.com/x4QVYxB2Jz
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 22, 2025
27 birîndar
Li gorî agahiyên dawî yên Nûçegihanê Rûdawê, di dema alozî û şer de 27 kes birîndar bûne û tîmên tenduristiyê hewl daye wan derman bikin û hinek ji wan şandine nexweşxaneyê.
Zaxoyê du maçên berê winda kirine, alîgirên wê ne razî û hêrs in.
Çavê wan li wê yekê ye ku tîma wan êdî bi xwe were û maçên xwe bistîne.
Li gorî dîmenan, destpêkê şer di navbera çend alîgiran de çêbûye, paşê berfirehtir bûye û beşek ji alîgiran ketine nav qada lîstikê.
Di vê were gorin ku maç neqediya û piştî van bûyeran hat rawestandin.
Li hêla din, Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî li ser bûyeran lêkolîn da destpêkirin.
#VÎDEO – Di maça Zaxo û Newrozê ya li Silêmaniyê de alîgir bi hev ketin, birîndar hene
⚽️ Destpêka pevçûna alîgirên tîmên futbolê yên Zaxo û Newrozê
⚽️ Alîgirek ji jor dikeve nava stadyumê pic.twitter.com/M6MiATQDA9
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 22, 2025