Spor

Serok Barzanî ji tîma Dihokê re got: Hûn dikarin…

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî lîstikvanên tîma futbolê ya Dihokê qebûl kir û ji wan re got, “Hûn dikarin ji siyasetê zêdetir û baştir doza gelê xwe bi cîhanê bidin naskirin.”

Piştî tîma futbolê ya Dihokê bû Şampiyonê Kluban a Kendavê îro tevî lîstikvan, rahêner û endamên desteya birêvebir ve û Kupaya Kendavê ve çû Baregeha Barzanî û ji aliyê Serok Barzanî ve hat pêşwazkirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Barzanî di hevdîtinê de pîrozbahî li tîmê kiriye û spasiya lîstikvan, karmend û birêvebir û hemû kesên ku rol di serkeftina dîrokî de lîstine kiriye.

Serok Barzanî ji lîstikvanên tîma futbolê ya Dihokê re gotiye:

“Hûn dikarin ji siyasetê zêdetir û baştir doza gelê xwe bi cîhanê bidin naskirin.”

Di hevdîtinê de Rahênerê Tîma Futbolê ya Dihokê Mesûd Mîral Kupaya Kendavê pêşkêşî Serok Barzanî kir, serokê tîmê jî formayeke bi navê wî pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Her bi wesîleya bidestxistina Kupaya Kendavê, Serok Barzanî saet wekî diyarî dane lîstikvanên tîma Dihokê.

Tîma Dihokê 15ê Nîsanê tîma futbolê ya Qadisiyeya Kuweytê bi 2 golan beramberî golekê têk bir û wekî tîma yekem a di dîroka Kurdistan û Îraqê de bû Şampiyonê Kluban a Kendavê.

Di hevdîtinê de lîstikvan, rahêner û desteya birêvebir ên tîma Dihokê wêne bi Serok Barzanî re girtin.



Source link