STENBOL – Amedspor û Istanbulspor tên pêşberî hev
Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor û Istanbulspor di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de îro li parêzgeha Stenbolê tên pêşberî hev.
Amedspor û Istanbulspor di maça hefteya 21emîn a Lîga Yekem de saet 16:00an li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê li Stadyuma Necmî Kadiogluyê tên pêşberî hev.
Amedspor di Lîga 1emîn a TFFyê de bi 30 pûanî di rêza 10an de ye û Istanbulspor jî bi heman pûanî di rêza 7an de ye.
Tîma Amedsporê hefteya borî bi tîma Fatîh Karagumrukê re lîstibû û tenê pûanek standibû.