Spor

Tîma Dalkurdê li ber topavêtinê ye: Alîkariyê…

Hewlêr (Rûdaw) – Klûba futbolê Dalkurd ku sala 2004an ji aliyê diyaspora Kurdan ve li Swêdê hatibû damezirandin, rastî krîzeke mezin a aborî hatiye.

Klûb bi 2,5 milyon kronên Swêdî (nêzîkî 222 hezar dolar) deyndar e û li ber îflasê ye.

Her wiha deynê klûbê yê ji peymana futbolîstekî ya sala 2019an jî 1,5 milyon kron (89 hezar dolar) nehatiye dayîn.

Desteya Birêvebîr a Demkî, piştî biryara fesixkirinê klubê ya di civîna awarte de meha borî hat wezîfedarkirin.

Endamên Destaya Birêvebir ragihandin ku eger heta 9ê Adarê sponsor û piştgiriya darayî neyê dîtin, klub dê bi awayekî fermî îflas bike.

Destaya Birêvebir bi daxuyaniyekê ragihand ku  dema wan kêm e û eger ew sponsoran û piştgiriyê nebînin dê îflas bikin.

Birêvebiriya demkî ya diyar kir klûb bi salan e bi pirsgirêkên aborî re rûbirû ye û got:

“Beşeke girîng a pirsgirêkan ji birêvebirina xirab çêbûye. Piştî ku sponsorê sereke û xwediyê kulûbê Serkut Juned ji peywira xwe îstifa kir, pirsgirêkên aborî kûrtir bûne.”

“Em dixwazin bi sponsorên nû vê qonaxa zehmet derbas bikin”

Endamê Desteya Birêvebiriya Demkî Aldar Kurtman Kurd jî bi Rûdawê re ji bo piştevaniyê bangî hemû Kurd û karsazan kir got:

“Me têkilî bi gelek kesan re danî, ji Ewropayê heta Başûrê Kurdistanê, ji Asyayê heta Amerîkayê.

Em dixwazin bi peydakirina sponsorên nû vê qonaxa zehmet derbas bikin û kulûbê li ser pêyan bihêlin.”

Aldar her wiha diyar kir ku wan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgirî xwestiye.

Birêvebiriya Dalkurdê di civîna ku 26ê Kanûna Paşîn a 2025an de ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî heta 9ê Adarê dem xwest.

Hat ragihandin ku eger heta wê demê piştgiriya aborî neyê dîtin, klûb dê bi awayekî fermî îflas bike.

Wisa xuya dike ku di vê pêvajoyê de, çarenivîsa klubê girêdayî piştgiriya civaka Kurd û sponsorên nû ye.



Source link