Spor

Werzîşvanê Kurd Şampiyonê MMAyê yê Ewropayê têk…

Dusseldorf (Rûdaw) – Wî xortê Kurd ku ji ber acizkirina hevalên xwe yên polê li Almanyayê xwe hînî werzîşa kîkboksîngê kir, niha bûye yek ji şampiyonên herî navdar ên kikboksîng û MMAyê.

Werzişkarê Kurd ê Cîhad Akîpayê 28 salî li hemberî rikeberê xwe yê şampiyonê MMAyê yê Ewropayê yê Çek Matous Kohout lîstikeke bihêz kir û ew têk bir.

Cîhad Akîpa di 15 saliya xwe de li Almanyayê pirsgirêkeke wî hebû.

Tinazên xwe pê dikirin

Li dibistanê xwendekaran ew aciz dikir û tinazên xwe pê dikirin. Hêza wê yekê tê de nebû ku bergiriyê li xwe bike.

Ji ber vê biryar da ku biçe kurseke hînbûna kîkboksîngê. Piştî wê, di demeke kurt de, xwe li ser dika pêşbaziya kîkboksîngê li gel kesên navdar ên Almanyayê dît.

Wisa lê hat ku ne tenê êdî kesî ew aciz nedikir lê wekî şampiyonekî jî dihat temaşekirin.

49 serkeftinên wî hene

Niha Cîhad 49 serkeftin di yarî û gerên cuda cuda de bi navê xwe tomar kiriye. Vê dawiyê jî berê xwe daye yariyên şerên tevlihev û li wir jî berî çend rojan bi ala Kurdistanê serkeftineke nû tomar kir.

Cîhad Akîpa, şampiyonê Ewropayê yê kîkboksîngê, bû mêvanê Diyaspora û behsa jiyana xwe û gihiştina xwe ya lutkeya vê werzişê kir û çawa Alaya Kurdistanê dike beşek ji serkeftinên xwe.

Cudatir ji piraniya werzişvanên din, ew ne tenê xwe bi lîstikan ve mijûl dike lê vîdeo û malpereke wî ya taybet heye û jiyana xwe ya rojane nîşanî şopînerên xwe dide.

Cîhad li bajarê Ostayma Almanyayê ye û li wir ji dayîk bûye, qala wê yekê kir çawa di temenê zaroktiyê de rûbirûyê acizkirinê bûye.

“Dema ku zarok bûm gelek kesan ez diêşandim”

Cîhad Akîpa got,”Dema ku zarok bûm, gelek kesan ez diêşandim. Li dibistanê ez gelekî lawaz û bêhêz bûm, dilovanî û dilrehmî nebû.

Hemû ji min mezintir bûn û bandor li min dikirin. Vê yekê kir ku ez biryar bidim rêyekê ji bo bergiriya li xwe bibînim.”

Şampiyonê Kurd amaje pê kir ku li dibistanê dest bi werzişa kîkboksîngê kiriye û got:

“Ji wê demê ve ku min dest bi werzişê kir, jiyana min guherî.

Piştî êşên ku min kişandin, navê min derket. Werzişê dîsîplîn da min û dibistana min jî baştir bû. Her tişt ber bi baştiriyê ve çû.”

Derbarê amadekirina ji bo lîstokan, Cîhad zelal kir ku sîstemeke wî ya taybet heye û got:

“Pêwîst e tu 12 hefteyan xwe amade bikî. Hinek deman tu tenê rahênanên giran dikî, hinek deman lezgînî, hinek deman jî sîstema xwarinê dest pê dike.

Kêşa min a asayî 90 kîlo ye, lê ji bo yariyan dikim 77 kîlo. Digihêjim 84-85 kîloyan û piştre bi rêya ziwakirina xwe, kêşa xwe kêm dikim.”

Jiyana wî ne tenê werziş e

Cîhad Akîpa derbarê karê xwe zelal kir ku jiyana wî ne tenê werziş e û wiha domand:

“Ez xwediyê kompaniyeke paqijkirina sîstema hewaguhêrê me. Vî karî wer kiriye ku ez bikarim serbest werzişê bikim.

Ez dikarim biçim Taylandê û sê-çar hefteyan rahênanê bikim û piştre vegerim ser karê xwe.”

“Alaya Kurdistanê li ser sînga me ye”

Derbarê tîma xwe jî Akîpa dabaşa wê yekê kir ku alaya Kurdistanê li ser sînga wan tevan e, her çi qasî ne Kurd in jî û got:

“Ne mecbûrî ye li ser wan, lê ew di 12 hefteyên amadekariyê de wek bira ne. Ew dibin beşek ji xewnên min, çi Ereb bin çi Tirk, ne girîng e, ew di dilê min de ne û werzişa wan li ser milê min e.”

Şampiyonê Kurd tekez li ser girîngiya hilgirtina alaya Kurdistanê kir û got:

“Ji bo min gelekî girîng e ku ez Alaya Kurdistanê bilind bikim. Min wekî Kurdekî ji zaroktiyê ve gelek êş kişandiye.

Kes nebû piştgiriya min bike. Niha dixwazim mînakek bim ji bo zarokên Kurd, dixwazim nîşanî wan bidim ku Kurd dikarin serkeftî bin.”

“Ez neçar bûm vê werzişê ji bo bergiriya xwe bikim”

Derbarê paşeroja zarokên xwe, lehengê Kurd got:

“Ez neçar bûm vê werzişê ji bo bergiriya xwe, ji bo dîsîplîn û pêşketina xwe bikim.

Lê naxwazim eger zarokên min hebin neçar bin vê werzişa min bikin. Bila ew li gorî xwesteka xwe werzişê bikin, werziş pêwîst e lê ne neçar in wekî min bikin.”

Cîhad Akîpayê 28 salî qala xewnên xwe kir:

“Niha li Ewropayê ez yekem im û li Oktagonê ku mezintirîn rêxistina kîkboksîngê li Ewropayê ye, dilîzim.

Di lîstika min a dawî de 60 hezar temaşevan li salonê amade bûn. Xewna min ew e ku ez bibim yekemîn Kurdê qehremanê UFCyê.

Heta bêhna xwe ya dawî ez dê ji bo vê xewnê şer bikim.”

Her çi qasî li Almanyayê ji dayîk bûye jî lê têkiliyeke wî ya xurt bi Kurdistanê re heye.

Wî got, “Her sal bi malbata xwe re diçim Nisêbînê. Em Mêrdînê ziyaret dikin ku bajarekî pir xweşik e.”



Source link