Eger tu 14 rojan înternetê bi kar neyînî dê çi bi…
Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolînekê li Amerîkayê nîşan da ku bikarneanîna înternetê ya di telefon û amûrên jîr de guherînên bingehîn di laş de çêdike.
Ew guherîn bi taybetî li ser mêjî, hiş û derûnê çêdibin.
Lêkolîn li Zanîngeha Austinê ya Teksasa Amerîkayê li ser 467 beşdaran hat kirin.
Înterneta di telefon û amûrên wan ên jîr de hat qedexekirin, tenê destûr hat dayîn ku telefon bikin û peyaman (SMS) bişînin.
Vê yekê 14 rojan ajot û derket holê ku bi bikarneanîna înternetê derûniya wan baştir bûye û şiyana wan a baldariyê xurttir bûye.
Berpirsê lêkolînê Adrian Ward da zanîn:
“Ji sedî 71ê beşdaran kêfxweştir bûne û egera pêketina depresyonê (xemokî) kêmtir bûye.”
Adrian Ward diyar kir, bi rêya sepanekê wan wisa li telefonên xwebexşan kiriye ku înternetê wernegirin.
Loma ew pêşniyar dike ku xelk wan cureyên sepanan bi kar bîne da ku ji bo demeke kurt be jî înternetê bi kar neyînin.
Metirsiya amûrên elektronîk
Li gorî Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC), rojane bikaranîna amûrên elektronîk a ji 6 demjimêran zêdetir metirsiya nexweşiya jibîrkirinê zêde dike.
Her wiha metirsiya kesên ji 45 salî mezintir zêdetir e.
Enstîtuya Niştimanî ya Kal û Pîran a Amerîkayê ragihand:
“Çalakiya fîzîkî, xwarina tendurist, xewa pêwîst û lîstikên zihnî metirsiya nexweşiyên jibîrkirinê kêm dikin.”
Pisporekî nexweşiyên derûnî di podkasta Clinicastê de diyar kir ku girêdana bi telefonê ve wekî girêdana bi alkolê ye.
