Ji bo ku zikê we neêşe: Di fitarê de ji van…
Hewlêr (Rûdaw) – Pisporê tenduristiya giştî yê ji Misirê sedemên peydabûna gazên mîdeyê yên piştî fitarê ji bo rojîgiran eşkere kirin.
Vexwarina zêde ya av û şerbetê wekî sedemeke sereke tê nîşandan.
Pisporê tenduristiya giştî û mamosteyê zanîngehê Dr. Şerîf Hette ragihand ku xwarina zêde ya di fitarê de dibe sedema perçifîna zik.
Her wiha eger di fitarê de av û şerbet bi rêjeyeke zêde werin vexwarin, bi heman awayî zik diperçife.
Şerîf Hette da zanîn ku ev xeletiyên li xwarê di dema fitarê de dibin sedema perçifîna zik û peydabûna gazên mîdeyê:
- Xwarinên birûn û sorkirî.
- Vexwarinên gazdar.
- Xwarina şîranî û şekirê zêde ya piştî fitarê.
Pêşniyarên ji bo fitarê
Dr. Şerîf Hette pêşniyar kir ku divê rojîgir di fitarê de xwarinê kêm kêm bixwin.
Pişt re jî girîngiyeke zêde bidin selete û xwarinên bi lîf.
Her wiha divê rojîgir heta ku ji destê wan tê ji xwarinên sorkirî û xwarinên amade (fast food) dûr bikevin.
Mijarên din ên têkildarî rojîgirtinê:
- Saziya Bijîşkî ya Hamadê ya li Qeterê: Rojîgirtin nabe sedema peydabûna kevirên gurçikan.
- Saziya Bijîşkî ya Hamadê ya li Qeterê: Baştir e ku rojîgir qehwe û çayê kêm vexwin.
- Komeleya Parastina Bedenê ya li Misirê: Rojîgirtin alîkariya kêmkirina îltîhabê dike.
- Clinicast: Meha Remezanê ji bo rojîgirên ku çixareyê dikişînin derfeteke zêrîn e.
- Clinicast: Meha paqijkirina bedenê ya ji jehran e.
- Remezana bi Dr. Aras re: Mijarên tenduristiyê li gorî dînê Îslamê û zanista bijîşkî tên şirovekirin.
