Ji profesorê Kurd serkeftineke dîrokî: Timureke…
Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkê Kurd Prof. Huseyîn Bektaş li Almanyayê ji nav laşê nexweşeke jin nexweş timurekî bi qasî 8,5 kîloyan bi serkeftî derxist.
Serkeftina Prof. Dr. Huseyîn Bektaş di medyaya Almanî de cihekî berfireh girt.
Serbijîşkê Beşa Cerahiya Onkolojîk û Visseralê ya Klînîka Bremen-Mitte Huseyîn Bektaş û ekîba wî destpêka meha Nîsanê, ji nexweşeke jin a 65 salî timureke bi giraniya tam 8,5 kîloyan derxist.
Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Klînîkên Gesundheit Nordê, ev timur ango girêka mezin, kezeb, mîde û sîstema rûviyên nexweşê heta bi dîwarê zikê ve dehf daye û heta ku di valahiyeke diyaframê re ber bi qefesa sîngê ve belav bûye.
Nexweş ji mirinê xelas bû
Nexweşa ku çend meh berê ji hebûna timûrê bê agah bû, ji ber rewşa tenduristiyê xwe ya xerab, nidikarî tiştekî bixwe û di nav sê mehan de bi qasî 22 kîloyan zeîf bû.
Bijîşk li hemberî wêneyên tomografiya komputerê ya timura mezin şaş û matmayî man.
Di emeliyata yekem de beşeke mezin a timurê hat derxistin.
Bijîşk di vê navberê de neçar man ku spilk û beşek ji mîde û boriyan jî jê bikin.
Neştergeriya duyem hat kirin
Ji bo mîde û boriya xwarinê neştergeriyeke duyem hatin kirin û parçeyên timurê yên mayî jî hatin pakkirin.
Huseyîn Bektaş derbarê wê nexweşê de got:
“Şert û merc li ber çav bêne girtin rewşa wê pir baş e. Ew niha dikare bixwe, vexwe û vegere jiyaneke normal.”
Nexweşa ku niha ji metirsiya mirinê rizgar bûye, her tim rîsk heye dubare timûr pê re çêbibe.
Ya ku hê surprîz ew bû ku Bektaş û ekîba wî tenê çend roj piştî emeliyata yekem, timureke din a mezin a 5,5 kîloyî jî derxistin.
Di wê emeliyatê de jî hemû beşên timurê yên xuya bi serkeftî hatin derxistin.
Bijîşkê Kurd got, “Di demek ew qasî kurt de rûbirûbûna du timurên ev qasî mezin ji bo me heta niha rewşeke nedîtî ye.”