Jinekê di nava malzaroka xwişka xwe de zarokek…
Hewlêr (Rûdaw) – Amy Isabel nû ji dayîk bûye lê ne ji zikê dayîka xwe, ji zikê xaltiya hatiye dinyayê.
Amy di malzaroka xaltiya xwe de mezin bû lê hêk û sperm ê dê û bavê xwe ne, her ji ber wê navê xaltiya wê standiye.
Grace Davidsona dayîka Amy Isabelê got:
“Em gelek bi heyecan bûn ji bo ku malbateke me hebe.
Lewma ez li ser fikrekê sekinîm.
Li ba min xwestekek hebû ku zarokekî min çêbibe û hevjînê min Angus jî di wê qonaxê re derbas dibû.”
Malzaroka xwişka dayîka zarokê hat derxistin û di nava zikê dayîka zarokê de hat çandin.
Piştre bi teknîka zarokê krîstalî, sperma bav bi hêka dayikê ve hat kirin û di nava malzaroka xaltiya di nava zikê dayikê de hatibû çandin zarok mezin bû.
Bi awayekî din, xwişka Graceyê malzaroka xwe bexşandiye û piştre bi teknîka zarokê krîstalî, hêka dayîkê di malzarokê de hatiye bihevxistin.
Grace dayîka zarok e û bi zikmakî malzaroka wê nebûye û kar nedikir.
Lewma sala 2023yan malzaroka xwişka wê di nava zikê wê de hat çandin.
Dr. Isabel Quirogaya pispora neştergeriyên çandinê ku serpereştiya vê dosyeyê kiriye anî ziman:
“Ez pisporê neştergeriyên çandinê me û di bexşîn û çandina endaman de ku rizgarkerên jiyanê ne beşdar dibim.
Ev ne tenê ji bo rizgarkirina jiyanê bû, ji bo baştirbûn, veguheztin û afirandina jiyanekê bû, ev tiştekî balkêş e.”
Li gorî Navenda Xizmetguzariya Tenduristiyê ya Niştimanî ya Brîtanyayê ev hêviyek e ji bo zêdetirî 15 hezar jinên ku nikarin zarokan bînin dinyayê.
Heta niha li cîhanê, 100 çandinên malzarokan hatine kirin.