KOCAELÎ – 648 kes ji donera mirîşkan bi jehrê…
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Korfezê ya Kocaeliyê li xwaringehekê, ji ber donera mirîşkan 648 kes bi jehrê ketin.
Kesên ku nîşanên bijehrêketine bi wan re hatin dîtin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Korfezê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Derînceyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlovasiyê hatin razandin.
Piştî dermankirinê nexweş hatin derxistin lê rewşa du kesan giran e.
Parêzgariya Kocaeliyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî agahdarkirina Birêvebiriya Tenduristiyê, tîmên Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Korfezê dest bi lêkolînan kirine.
Parêzgariya Kocaeliyê anî ziman:
“Bi awayekî bilez çûne cihê kar ê têkildar û ji donera mirîşkan a li ser dezgeha firotinê amade bû, nimûne hatiye wergirtin û ji Birêvebiriya Laboratuvara Kontrola Xwarinê ya Kocaeliyê re hatiye şandin.
Di encama kontrolên ku ji aliyê rayedarên Birêvebiriya Laboratuvara Kontrola Xwarinê ya Kocaeliyê ve hatine kirin de, hat tespîtkirin ku encamên testê ya nimûneya donera mirîşkan neyînî ye û nimûne li gorî Rêziknameyê Krîterên Mîkrobiyolojîk a Kodeksa Xwarinê ya Tirkî ne guncav e.”
Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Korfezê giliyê xwaringehê kir.
Parêzgariya Kocaeliyê her wiha da zanîn:
“Derbarê bûyera bijehrêketinê de du kesên gumanbar ên xwediyên cihê kar ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li tevahiya Kocaeliyê 648 kes bi gumana bijehrêketinê serî li nexweşxaneyên me da.
Ji 648 nexweşên me ku metirsî li ser jiyan wan nîne 646 kes piştî tedawiyê hatin derxistin û tedawiya 2 nexweşên me berdewam dike.
Cihê kar ê têkildar ji aliyê Şaredariya Korfezê ve hat mohrkirin û mijar ji aliyê walîtiya me, şaredarî, Birêvebiriya Tenduristiyê ya parêzgehê, Birêvebiriya Çandiniyê ya parêzgehê û Birêveberiya Ewlehiyê ya parêzgehê ve tê şopandin.”
Xwediyên xwaringehê E.T. û K.Y. li ser bûyerê hatin girtin.