Şaşiyên herî berbelav ên rojîgiran çi ne?
Hewlêr (Rûdaw) – Du saziyên tibî û tenduristiyê bal kişand ser çend xeletiyên rojîgiran ku bandoreke neyînî li tenduristiyê dikin.
Yek ji wan xeletiyan jî ew e ku heta paşîvê şiyar dimînin.
Hormon têk diçin
Saziya Tibî ya Hemedê ya li Qeterê û Komeleya Xwarin û Dermanan a li Erebistana Siûdî li ser mijarê daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, bêxewî yan jî kêmxewî dibe sedema têkçûna hormonên laş.
Ev yek di dema rojiyê de dibe sedema hêrsbûn û dilgiraniyê.
Xeletiyên rojîgiran
Li gorî pisporan çend xeletiyên ku rojîgir dikin ev in:
Zêdexwarina di fitarê de: Pergala ferikandinê piştî wan demjimêrên dirêj ne amade ye ku ji nişka ve zêde xwarin û vexwarinê qebûl bike. Ev yek dibe sedema nerihetiya mîdeyê.
Kêmaxwarina avê: Pêwîst e di navbera fitar û paşîvê de nêzîkî 2,5 lître av were vexwarin.
Şiyarmayîna heta paşîvê: Bêxewî hormonan têk dibe û di dema rojiyê de dibe sedema hêrs û dilgiraniyê.
Zêdexwarina şêrînî û xwarinên sohrkirî: Ev xwarin asta şekir û kolestrolê di xwînê de zû bilind dikin. Piştî demekê jî dibin sedema bêhêzî û westînê.
Zêderûniştin û bêlivî: Divê piştî fitarê liv û tevger hebe, rûniştina zêde xisar e.
