Selîm Temo li Almanyayê krîza dil derbas kir
Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyenê Aştiyê û nivîskarê Kurd Selîm Temo li Almanyayê krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku ew hatiye emeliyatkirin û rewşa wî baş e.
Selîm Temoyê ku li Almanyayê dijî, 19ê Sibatê sibehê saet derdora 06:00an krîza dil derbas kir.
Temo ji aliyê xizmê xwe Hasan Saglam û keça xwe Berfînê ve rakirin Nexweşxaneya Leverkusen Klinikumê.
Temo li vir hat emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku damarên wî xitimîne û 3 stent li dilê wî xistine.
Rewşa wî baş e, hişê wî li serê wî ye
Malbatê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku li gorî nirxandinên destpêkê rewşa Temo baş e û di bin çavdêriyê de ye.
Hat gotin ku hişê wî li serê wî ye û dibe ku di rojên pêş de wî bibin beşa asayî.
Bijîşkan diyar kir ku wî pêvajoyeke giran derbas kiriye û tê çaverêkirin ku rewşa wî roj bi roj baştir bibe.
Tê pêşbînîkirin ku Temo hefteyekê an jî 10 rojan li nexweşxaneyê bimîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku malbat û nêzîkên Temo pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û spasiya her kesî hat kir.
Her wiha hat ragihandin ku Temo silav li hezkiriyên xwe dike.
Agahdarî – Açıklama
Ji bo dost û hevalan,
Kekê me Selîm Temo 19ê Sibatê de, saet li dora 6ê sibê qeyrana dil derbas dike. Hevalên wî yên malava Hasan Sağlam û keça wî Berfîn bi seyarê wî radikin Nexweşxaneya Leverkusen Klinikumê. Li wir doktor wî hildidin ameliyatê û sê stend…
— Selim Temo (@selimtemo) February 21, 2026
