Nuçe

Îlham Ehmedê li ser metirsiya şerê navxweyî…

Hewlêr (Rûdaw) – Îlham Ehmedê ragihand ku hewldana kontrolkirina Sûriyeyê ya di bin serokatiya kesekî de û nedana desthilatê ya bi aliyên din dê bibin sedema şerê navxweyî.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmed li ser rojeva heyî ji The Jerusalem Postê re şitexilî.

Îlham Ehmedê got, Îsraîl roleke girîng dilîze da ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were û girîng e ku bi wan re diyalog hebe.

Îlham Ehmed li ser mana hêzên Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê jî geşbîn e.

“Dê bibe sedema şerê navxweyî”

Rayedara Kurd li ser rewşa niha ya Sûriyeyê wiha peyivî:

“Sûriye ji aliyê leşkerî û îdarî ve bûye çend herêmên cuda.

Bakur û Rojhilat di bin desthilata Rêvebiriya Xweser de ye. Li herêmên qeraxa deryayê rewşeke taybet heye.

Yekîneya îdarî û hêza ji bo parastina herêmên xwe ya Durziyan heye. Li Îdlibê û derdorê, îdare û hêzên din hene.

Niha eger kesek bê û bixwaze hemû xelkê di bin sîstemekê de kom bike, ev dê bibe sedema şerê navxweyî û ji aliyê aliyên cuda yên Sûriyeyê nayê qebûlkirin.”

Çarşema borî (29.01.2025) li Şama paytexta Sûriyeyê “Kongreya Serkeftinê” hat lidarxistin û Ehmed Şer wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhastinê hat destnîşankirin.

Heyeta Tehrîr El Şamê û paşeroja Sûriyeyê

Îlhamê derbarê daxwaza Tehrîr El Şamê ya ji bo birêvebirina Sûriyeyê got:

“Metirsî ew e ku HTŞ dixwaze siyaseta desthilateke yekalî li Sûriyeyê bimeşîne û derfetê nede kesên din ku beşdar bibin. Em hemû paşxan û dîroka HTŞyê dizanin.”

Sala 2017an Eniya Nusra û çend komên çekdar ên din ên li bakurrojavayê Sûriyeyê li hev kir û wan Heyeta Tehrîr El Şamê ava kir.

Kanûna Pêşîn a par jî di rûxandina hikûmeta Sûriyeyê de bi ser ketin.

Hinek ji aliyên beşdar ên eniyê bi nêzîkbûna bi rêxistina El Qaîdiyê ve tên tawanbarkirin lê berpirsên heyetê piştî rûxandina desthilata Esed dibêjin ku niha ramaneke wan a cuda heye.

Îlham Ehmedê daxuyand ku pêwîstî bi demê heye û li pey çû:

“Zû ye ku em karibin li ser van gotinên wan biryarekê bidin.

Ew li ser vê mijarê (cîhad û ramana Îslamî) gelekî hestyar in û hewl didin nîşan bidin ku ew ji El Qaîdeyê cuda bûne. Bila em li bendê bimînin û bibînin.”

Piştî ku desthilata Sûriyeyê rûxiya, hinek welatan bi taybetî jî Amerîka û welatên Ewropayê gelek siza û dorpêçên li ser Sûriyeyê rakirin û hinek berpirsên wan welatan amaje bi îhtimala derxistina Tehrîr El Şamê yê ji lîsteya rêxistinên terorê kir.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser vê mijarê diyar kir:

“Derxistina Tehrîr El Şamê ya ji lîsteya terorê û rakirina sizayên li ser Sûriyeyê dê du encaman bide.

Ya yekem ew e ku Tehrîr El Şam dê hemû Sûriyeyê kontrol bike û dê sîstemeke taybetî ji xwe re ava bike, ya din jî ew e ku ew dê ti rolê nedin aliyên din.”

Rewşa Rojavayê Kurdistanê û paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

Berpirsên Sûriyeyê carinan behsa avakirina artêşeke hevpar û belavkirina komên çekdar dikin.

Piraniya komên çekdar ragihandibû ku ew dê bikevin bin hukmê Şamê û biryara ku HSD dê li ser vê mijarê bide jî mijareke sereke ye.

Îlham Ehmedê daxuyand ku ew dikarin bibin beşeke ji hêzên Sûriyeyê û anî zimên:

“Ti pirsgirêka me nîne ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin beşek ji Wezareta Parastinê yan jî bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê.

Lê divê yekîneyên wan ên taybet hebin û beşdarî serkirdayetiya artêşê bibin.”

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê hene.

Îlham Ehmedê amaje bi girîngiya mana wan hêzan kir û biland:

“Destpêka îsal, hinek êrişên DAIŞê li ser baregehên Amerîkayê hebûn.

Gelek êriş li ser herêmên me jî çêbûn û hejmara wan zêde dibe.

Êrişên Tirkiyeyê DAIŞê teşwîq dikin. Bi liberçavgirtina van hemû mijaran ez bawer im ku helwesta îdareya Trump dê di vê derbarê de zelal bibe.”

Pêwendiyên Rojavayê Kurdistanê û Îsraîlê

Rayedarên Îsraîlê carinan piştgiriya xwe ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê û parastina wan ji êrişên komên çekdar diyar dikin.

Îlham Ehmedê bal kişand ser rola Îsraîlê ya li herêmê û got:

“Qeyranên li Rojhilata Navîn dikin ku her kes fêm bike ku bêyî rola Îsraîl û Cihûyan, çareseriyeke demokratîk ji bo herêmê nabe.

Ewlehiya deverên sînorî yên Sûriyeyê wisa dike ku pêwîst e her kes beşdarî peydakirina çareseriyê bibe.

Îsraîl jî beşeke girîng a vê mijarê ye û rola wê dê gelekî girîng be, ji ber vê jî di vê demê de hebûna diyaloga bi Îsraîlê re gelekî giring e.”



Source link