Îran tevî agirbestê êrişî hêzên Kurdan dike
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê Tevî agirbesta du hefteyî ya di navbera Amerîka û Îranê de, îro jî bi mûşek û dronan êrişî komên Kurd ên li Herêma Kurdistanê kir.
Berpirsekî partiyê diyar kir ku baregeha navendî ya Partiya Komeleyê ya li gundê Zirgwêzê yê Silêmaniyê vê sibehê zû careke din rastî êrişa bi mûşekan a Îranê hat.
Li gorî gotina vî berpirsî di êrişê de ti zererên canî çênebûne.
Ev êriş piştî wê êrişa doh a li dijî heman komê pêk hat ku tê de pêşmergeyek şehîd bibû û 2 pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Konsulxaneyê bangî Hewlêr û Bexdayê kiribû
Kordînatorê Medyayê yê Komeleyê Afşîn Dadvand da zanîn ku êrişê piştî nîvê şevê serkirdayetiya Komeleyê kiriye armanc lê ti ziyanên canî nînin.
Ev êrişên li dijî komên Kurd ên mixalif, piştî daxuyaniya Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê hatin.
Konsulxaneyê di destpêka agirbesta du hefteyî de bangî Bexda û Hewlêrê kiribû da ku komên Kurd dersînor bikin.
Ew komên Kurd ji aliyê Îranê ve bi “hevkariya bi dijminên Îranê re” tên tohmetbarkirin.
Afşîn Dadvand da zanîn ku ji destpêka şerê Amerîka û Îranê yê 28ê Sibatê û vir ve, kampa Komeleyê ya li Herêma Kurdistanê 4-5 caran rastî êrişan hatiye.
Her çend di navbera Amerîka û Îranê de agirbesteke lawaz hatibe ragihandin jî Tehran van rojên dawî dîsa bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê dike.
Xezal Mewlana ji Mehabadê şehîd bû
Doh êvarî jineke ciwan a endama Komeleyê di êrişa bi dronan a li Silêmaniyê de birîndar bûbû.
Wê jina ciwan ji ber birînên xwe canê xwe ji dest da.
Berpirsekî ewlehiyê yê pilebilind ê Komelyê Azad Salawatî ji Rûdawê re got, “Jina ciwan a ku roja sêşemê di êrişa bi dronan de birîndar bûbû, ji ber birînên xwe canê xwe ji dest da.”
Komeleyê piştre di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew pêşmergeya jin a ku canê xwe ji dest daye Xezal Mewlanaya ji Mehabadê ye.
Her wiha hat gotin ku ew “di êrişeke bi dronan a Komara Îslamî ya Îranê de hatiye qetilkirin.”
Li Koyeyê jî êriş pêk hat
Ji xeynî êrişa li ser cihên Komeleyê, li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê jî êrişek hat kirin.
Çavkaniyekî ji nav Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku Kampa Azadiyê ya li Koyeyê rastî êrişeke bi dronan hatiye lê di êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.
Baregeha Komeleyê ya li Zirgwêzê, yek ji wan cihan bû ku par di çarçoveya peymana ewlehiyê ya di navbera Îraq, Îran û Herêma Kurdistanê de hatibû valakirin.
Niha li wê herêmê tenê ji bo parastina kel û pelên partiyê hinek pêşmerge hene.
