Nuçe

Hakan Fîdan bi berpirsên Hemasê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi bepirsên Hemasê re civiya.

Di civînê de li ser hewlên agirbesta li Xezeyê gotûbêj hatin kirin.

Serokê Encûmena Şuraya Hemasê Muhammed Derwêş û hejmarek endamên Buroya Siyasî ya Hemasê doh çûn Tirkiyeyê û li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiyan.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, di civînê de li ser hewlên agirbesta li Xezeyê gotûbêj hatine kirin û her du aliyan diyar kiriye ku Îsraîl bi astengkirina gihiştina alîkariyên mirovî yên ji bo nav Xezeyê hewl dide “gelê Filistînê rûbirûyî birçîbûnê” bihêle û pêwîst e civaka navneteweyî ji bo gihiştina alîkariyên mirovî yên ji bo nav Xezeyê zêdetir hewl bide.

Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê dibêjin, di civînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku “hewlên derxistina Filistîniyan ji cih û warên wan bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Di civînê de rewşa Kerta Rojavayê Filistînê jî hatiye gotûbêjkirin û aliyan diyar kirine ku “pêngavên Îsraîlê yên li navçeyê gefê li aştiya navçeyê dixwin.”

Li gorî Çavkaniyên Karên Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, di civînê de li ser hewlên lihevanîna komên Filistînî jî gotûbêj hatine kirin.

Hakan Fîdan diyar kiriye ku ew wekî Tirkiye bi her awayî amade ne piştgiriyê bidin pêngavên di wî warî de.



Source link