RIHA – Zarokekî ji rojavayê welêt di golê de…
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê di golê de xeniqî.
Li gorî zanyariyan doh li gundê Erebanê yê Sirûcê Mihemed Reşoyê 13 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê ji bo xwehênikkirinê ket gola li gund û di nav avê de winda bû.
Li ser agahdarkirina gundiyan, tîmên rizgarkirinê yên parastina sivîlan a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên rizgarkirinê termê Mihemed Reşo ji nav golê derxistin.
Termê Reşo ji bo karên otopsiyê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ber bi morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê hat veguhastin.