
BEXDA – Malbateke Hewlêrî qeza kir: 3 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî xala kontrolê ya Şebê ya Bexdaya paytexta Îraqê, malbateke ji Hewlêrê qeza kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, di vê qezayê de 3 kes mirine û kesek birîndar bûye.
Şahidekî qezayê ji Rûdawê re got: “Otomobîleke taybet a bi plakaya Hewlêrê, nêzîkî saet 03:00yê sibehê li barhilgirekê qelibî.
Li gorî belgeyên nasnameyê û wêneyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, di otomobîlê de jin, mêrek û du zarokên wan hebûne.
Cenazeyên mirî û birîndaran sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl li Bexdayê çû Nexweşxaneya Şêx Zarî ya ku zarokê birîndar lê ye û bijîşkekî nexweşxaneyê got, “Dayîk û bav û zarokeke wan di qezayê de canê xwe ji dest daye.”
Zarokê birîndar ji Ziyad Îsmaîl re got, ev cara yekem e ku ew diçe Bexdayê.
Li gorî zanyariyên Ziyad Îsmaîl, cenazeyên qurbaniyan li Tiba Dadî ne û merivên qurbaniyan negihiştine Bexdayê.
Birêvebirê Ragihandinê yê Birêvebiriya Giştî ya Trafîkê ya Îraqê Eqîd Heyder Şakir ji Rûdawê re got, “Qeza danê sibehê li herêma Huseyniyeyê pêk hat.”
Li gorî belgeyên nasnameyê, Hesen Hêriş Hesen, hevjîna wî Semiye Kemal Osman Bilbas û zarokên xwe di otomobîlê de bûn.
Li gorî nasnameyên malbata Hewlêrî ji taxa Nêrgizê ya Hewlêrê ne.