
Mêrdîna dîrokî ji betonê tê paqijkirin
Mêrdîn (Rûdaw) – Li Mêrdîna dîrokî bi biryara Lijneya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Mêrdînê avahiyên betonî yên ku pişt re hatine lêkirin û bedewiya mîmariya resen xirab dikin tên rûxandin.
Lijneya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî ya Mêrdînê, Şaredariya Mêrdînê,Wezareta Bajarvaniyê bi hevparî xebatê didomînin.
Armanc ew e ku reseniya avahiyên bajar zêdetir derkeve pêş û dema kesek ji dûr ve li bajar binêre, tenê avahiyên dîrokî bibîne.
Di çarçoveya xebatê de biryara rûxandina 240 xaniyên betonî hatiye standin û heta niha li 49 avahiyan 192 beş û xaniyên betonî hatine hilweşandin.
“Bi xirabkirina avahiyên beton re Mêrdîn dê vegere mîmariya xwe ya eslî”
Serokê Komeleya Acenteyên Geştyariya Mêrdînê Aslan Paşaoglu dibêje: “Ji xwe êdî bi ti awayî rê ji xaniyên betonî re nayê dayîn.
Dema ev hatin hilweşandin, mîmariya bajêr dê xweştiktir derkeve pêş.”
Ew balê dikişîne ser wê yekê ku berê mirov dikarîbû ji rêya nû kelayê bibîne, an jî dema mirov li bin kelayê dinêrî deşta Mezopotamyayê didît lê niha ev tişt ne mimkûn e.
Paşaoglu dibêje,”Piştî rûxandina van avahiyên betonî, Mêrdîn dê vegere mîmariya xwe ya berê.”
Dikandar Silêman Çelîk jî wiha dibêje: “Geştyarên biyanî dema tên vir dipirsin, ‘ev çi ye, ev çi ye?’ Ev kevirên kevn in, ev jî yên nû ne. Ma wilo dibe? Nabe!”
Dikandar Evîn Cangiyê jî got, “Beton rengê dîrokî xira dike. Ji bo me welatiyan û ji bo dîroka Mêrdînê wêneyekî xirab e.”
Mêrdîn, bi berhemên xwe yên dîrokî wekî muzexaneyeke vekirî tê naskirin û salane mazûvaniya bi milyonan geştyaran dike.
Li gorî zanyariyan, hîn 1000 avahiyên betonî hene ku dibin sedema têkdana estetîka bajêr û ew jî dê bi giştî bên rûxandin.