Nuçe

Ji Amedê heta Qendîlê PKK: Gerek di nav rûpelên…

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî şerekî dijwar ê bi artêşa Tirkiyeyê re niha di demeke dîrokî de ye.

PKKya ku li deştên Amedê kat veda û lûtkeya Çiyayê Qendîlê ji xwe re kir warê vehewînê îro ragihand ku kongreya xwe ya 12an li dar xistiye.

Kongre li du cihên cuda hatiye lidarxistin û li gorî daxuyaniya PKKyê, “Li ser bingeha banga Rêber Apo biryarên giring ên dîrokî hatine dayîn.”

Dîroka Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

PKK li Bakurê Kurdistanê hat avakirin, 27ê Çiriya Paşîn a 1978an li gundê Fîsê yê navçeya Lîceyê ya Amedê ji aliyê komek xwendekarên çepgir ên Kurd ve hat damezirandin, ku darîçavtirînê wan Abdullah Ocalan bû.

Armanca bingehîn û eşkere ya partiyê di destpêkê de avakirina dewleteke serbixwe ya sosyalîst a Kurdan bû lê ev armanc paşê guherî.

Destpêka çalakiyan

PKKyê piştî damezrandina xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyên siyasî û rêxistinî yên nehênî kir.

Şaxê leşkerî yê PKKyê ku paşê navê Hêzên Parastina Gel (HPG) lê hat kirin sala 1984an çalakiya yekem a bi çekan li dar xist û ev çalakî bû destpêka şerekî giran û xedar.

Qonaxa şer û agirbestê

Di salên 1980 û 1990î de şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê gihişt lûtkeyê. Gelek hewldanên agirbestê û dan û standinê hatin dayîn lê piraniya wan bi ser neketin.

Girtina Ocalan

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Sibata 1999an Kenyayê hat girtin û Tirkiye ji 15ê Sibata 1999an ve wî li Girava Îmraliyê radigire.

Vê bûyerê bandoreke mezin li ser partiyê û doza Kurdan a li Tirkiyeyê kir.

Guherina îdeolojîk

Ocalan piştî girtina xwe ji girtîgehê dest bi venêrîna îdeolojiya partiya xwe kir.

Ramanên “konfederalîzma demokratîk” û “neteweya demokratîk” anîn holê ku teqeziyê li ser xwebirêvebirina demokratîk, mafê jinan, parastin û jiyana bihevre ya gelan dike.

Pêvajoya aştiyê û têkçûna wê

Sala 2013an di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyeyê de pêvajoyeke aştiyê dest pê kir lê ev pêvajo havîna 2015an têk çû û şer û pevçûnan careke din dest pê kir.

Bandor li ser Rojavayê Kurdistanê

Li Rojavayê Kurdistanê bandoreke berbiçav a PKKyê li ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) heye ku wan di şerê li dijî DAIŞê yê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê roleke sereke lîst.

Tirkiye PYD û YPGyê wekî şaxên Partiya Karkerên Kurdistanê dibîne û heta niha bi hincetên cuda gelek caran êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Îdeolojî

Îdeolojiya PKKyê guherînên berbiçav bi xwe re dîtine.

Di destpêkê de partiyeke Marksîst-Lenînîst bû ku serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleteke sosyalîst dixwest lê piştî girtina Ocalan ber bi îdeolojiya “konfederalîzma demokratîk” ve çû.

Serkirdayetî û rêxistin

Abdullah Ocalan heta vêga jî wekî rêberê îdeolojîk û giyanî yê tevgerê tê naskirin.

Serkirdayetiya Meydanî: Serkirdayetiya niha ya PKKyê bi awayekî sereke li Başûrê Kurdistanê, li Çiyayê Qendîlê ye.

Pergala hevserokayetiyê tê sepandin. Di nav serkirdeyan de Cemîl Bayik û Besê Hozat hene ku hevserokên Komîteya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ne.

Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad (YJA) şaxên leşkerî yên sereke yên PKKyê ne.

Rêxistinên girêdayî: Toreke berfireh a rêxistinên siyasî, civakî û çandî yên PKKyê li Tirkiye, Sûriye, Îran, Îraq û Ewropayê heye, yan jî bandor li ser wan heye.

Çalakî û bandor

Têkoşîna çekdarî: PKK zêdetirî çar dehsalan e di têkoşîneke çekdarî de ye li gel Tirkiyeyê.

Ev şer bûye sedema kuştina bi dehan hezar kesan ji her du aliyan, wêrankirina bi hezaran gundên Kurdistanê û koçberbûna bi milyonan kesan.

Bandora siyasî: PKK rasterast beşdarî hilbijartinên Tirkiyeyê nabe lê bandoreke berbiçav li tercîhên siyasî yên Kurdên Bakurê Kurdistanê dike.

Bandora civakî û çandî: PKK bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di zêdekirina hişmendiya neteweyî ya Kurdan û zindîkirina ziman û çanda Kurdan de bûye xwedîrol.

Şerê li dijî DAIŞê: Hêzên nêzîkî PKKyê (bi taybetî YPG/YPJ) li Rojavayê Kurdistanê û hinek herêmên din ên Sûriyeyê yên wekî Reqa û Dêra Zorê roleke diyar di têkşikandina DAIŞê de hebû.

Her wiha PKKyê li Şingalê jî li dijî DAIŞê şer kir.

Rewşa navneteweyî

PKK ji aliyê Tirkiye, Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û hinek welatên din ve wekî “rêxistineke terorîst” hatiye destnîşankirin.

Ev jî bûye sedema sînordarkirina çalakiyên wê yên li qada navneteweyî û avakirina zexta zêde li ser wan welatên ku endam û alîgirên PKKyê li wan dijîn.

Hinek alî û kesayetî jî PKKyê wekî tevgereke rizgarîxwaz a neteweyî ya Kurdistanê dibînin.

Kurteyeke bûyeran

1978: PKK tê avakirin.

1984: Xebata çekdarî dest pê dike.

Darbeya leşkerî ya Tirkiyeyê (1980): PKK û Ocalan diçin Sûriye û Libnanê.

Dema ku li Libnanê bûn, sala 1984an têkoşîna çekdarî dest pê kir.

Gerîlayan li Newala Bekayê ya li Libnanên perwerde didît û di heman demê de li hemberî Tirkiyeyê çalakiyên leşkerî pêk dianîn.

Tirkiyeyê bersiv da û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê pêleke dijwar û tundiyê dest pê kir.

1999: Girtina Ocalan

Piştî ku Tirkiyeyê gef li Şamê xwarin Ocalan ji Sûriyeyê çû Ewropayê.

Meha Sibatê li Kenyayê hat girtin û 16ê Sibatê hat ragihandin ew li Tirkiyeyê ye.

Cezayê îdamê lê hat birîn lê pişt re cezayê wî bû cezayê girtîgehê yê heta hetayê.

2013-2015: Agirbesteke biserneketî

Ocalan di nameyeke ku 21ê Adara 2013an di Newrozê hat xwendin de daxwaz ji PKKyê kir ku çekan deyne.

Wê demê Recep Tayyîp Erdogan serokwezîr bû û bi HDPyê (DEM Partiya niha) re pêvajoyek hebû.

Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) li Osloyê bi PKKyê re guftûgo kir.

Agirbest 20ê Tîrmeha 2015an de piştî êrişeke bombeyî ya li Sirûca Bakurê Kurdistanê têk çû.

Ciwan ji bo piştigiya Kobaniyê çûbûn Sirûcê lê di êrişeke xwekujî de 33 ciwanan canê xwe ji dest da.

Her wiha HDPyê di hilbijartinên Hezîrana 2015an de ji sedî 13,1ê dengan standibûn û ev jî bûbû sedem ku desthilat ji windakirina hêza xwe bitirse.

2015-2016: Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pevçûn

Tirkiyeyê bi hinceta PKKyê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û operasyoneke leşkerî ya berfireh a navxwe da meşandin. PKKyê bi “şerê nav bajaran” bersiv da.

Şerên rojane yê tund li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê qewimîn.

Pêwendî piştî “hewla derbeya leşkerî ya biserneketî” ya 2016an hîn xerabtir bûn û hikûmetê dest bi tepeserkirina çalakiyên siyasî yên li Kurdistanê û girtina siyasetmedarên Kurd kir.

Tirkiyeyê her wiha bi hinceta parastina sînorên xwe êrişî Rojavayê Kurdistanê kir.

2024-2025: Vekirina deriyekî nû

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22 Çiriya Pêşîn a 2024an got ku bila Ocalan were li parlamentoya Tirkiyeyê îlan bike ku PKK fesix kiriye.

Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwest ku PKK kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.

Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 1ê Adarê agirbest ragihandibû ku ji bo hemû hêzên girêdayî wan derbasdar e.

9ê Gulana 2025an: Ragihandina nûçeya kongreyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.

PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin.

Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat pêkanîn.”

Niha êdî çav li gavên piştî vê gavê ne.



Source link