
Bahçelî telefonî Ahmet Turk kir: ‘Îro îneke bi…
Hewlêr (Rûdaw) – Ahmet Turk ragihand ku Devlet Bahçelî telefonî wî kiriye.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin.
Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat pêkanîn.”
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ragihand ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî telefonî wî kiriye û xwestiye ku pêvajo li ser xêrê be û ew pîroz kirine.
“Rêzeke zêde li keda wî digirim”
Ahmet Turk diyar kir ku Bahçelî ji bo pêvajoyê ked daye û got:
“Îro jî Birêz Bahçelî telefonî min kir. Hêvî kir ku pêvajo bi xêr be. Em pîroz kirin. Ez jî Birêz Bahçelî pîroz dikim û rêzeke zêde li keda wî digirim.”
Ahmet Turk di bernameya tv110ê de destnîşan kir ku Bahçelî ji bo pêvajoyê “rîsk” standiye û got:
“Em îro dibînin rîska ku wergirtiye sûd gihandiye peydabûna aştiyeke birûmet.”
“Îro îneke bi xêr e”
Ahmet Turk mînaka aştiya Îrlandayê bi bîr xist û li ser vê pêvajoyê ev tişt jî gotin:
“Îro encameke bimbarek derket holê. Dema ku li Îrlandayê aştî hat pêkanîn, jê re gotin ‘Îna Bixêr’ îro jî îneke bi xêr e.
Ji biryara ku îro derketiye holê re jî em bibêjin ‘Îna Bixêr.’ Helbet civandin û biryareke erênî ya kongreya PKKyê girîng e.
Lê erkên ku dikevin ser milê me jî hene. Divê îro li Meclisê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk gav bên avêtin.
Helbet em vê ne tenê wekî ‘Meseleya Kurdan’ dibînin, pêwîstiya Tirkiyeyê bi paşerojeke demokratîk heye.
Ez bawer im ku li welatekî demokratîk em hemû dê dilşad bin. Ez dixwazim ku ev pêvajo bimbarek be.”
“Ji xwe ji destpêkê ve gumana me nebû”
Ahmet Turk li ser lidarxistina kongreya PKKyê jî wiha peyivî:
“Ez bawer im ku di demeke kin de piştî nirxandinekê dê biryarên xwe eşkere bikin.
Ji xwe ji destpêkê ve gumana me nebû ku kongre civiyaye û dê daxwaza Birêz Ocalan a di vê mijarê de bi cih were.
Ez difikrim ku di demeke kurt de ev biryar dê were eşkerekirin.”