
Encamên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin…
Hewlêr (Rûdaw) – Encamên 12emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin ragihandin. Mehmet Çalişcî bi dosyeya “Ne Şîn e, Belkî Hinek Gewr” xelat wergirt.
Ev pêşbirk ji bo helbestvanê navdar Arjen Arî ku 30ê Çiriya Pêşîn a 2012yan koça dawî kiriye, ji aliyê malbata wî û Weşanên Sorê ve tê lidarxistin.
Juriyê li gorî naverok, teşe û ziman dosyeyên helbestan nirxandin. Xelata Helbesta Arjen Arî dan Mehmet Çalişcî.
Mehmet Çalişcî ku li Farqîna Amedê ji dayîk bûye, helbest û çîrokên wî di gelek kovaran de hatine weşandin. Ew niha li Wanê di lîseyekê de mamostetiyê dike.
Xelata Rûmetê ya Arjen Arî jî koma muzîkê ya Kardeş Turkulerê stand.
Xelat dê di payîzê de li Ameda Bakurê Kurdistanê pêşkêşkirin.
Arjen Arî kî ye?
Arjen Arî 1ê Nîsana 1956an li herêma Omeriyan a li gundê Çalê yê Nisêbînê ji dayîk bûye.
Sala 1979an li Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê Beşa Zimanê Tirkî qedand.
Cara peşî li kovara Tîrêjê helbestên wî weşiyan.
Wekî gelek helbestvan û nivîskarên Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kir.
Sala 1976an li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hat girtin. Wê demê polîsan dest danî ser helbestên wî yên bi Kurdî û Tirkî, ew qasî hefteyekê girtî ma. Ew hat berdan lê helbestên wî heta niha jî girtî ne.
Piştî 12ê Îlonê ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt ên wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin.
Sala 1992yan li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat û birîndar bû, ji mirinê filitî.
Piştî wê bûyerê li Amedê bi cih bû.
Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê 30yê Çiriya Pêşîn a 2012an koça dawî kir û gora wî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê ye.
Pirtûkên wî ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatine çapkirin.
Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re wekî setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.