Nuçe

Donald Trump li Erebistana Siûdî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku ji nû ve hat hilbijartin wekî yekem geşta dîplomatîk berê xwe da Riyada paytexta Erebistana Siûdî.

Şahê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman Donald Trump pêşwazî kir.

Biryar e serdana Trump çar rojan berdewam bike û ji bilî Erebistana Siûdî, serdana Qeter û Îmaratê jî bike.

Donald Trump di serdema borî ya serokatiyê jî de di yekem serdana xwe de berê xwe dabû Riyadê û bi Erebistana Siûdî re gelek peymanên îmze aborî îmze kiribûn.

Trump bi van geştên li Erebistana Siûdî nerîta serokên beriya xwe guherand lewre serokên berê yên Amerîkayê yekem car diçûn Brîtanya, Kanada yan jî Meksîkayê.

Di dewra yekem a serokatiyê de hevjîna Melania Trump jî di wê geştê de bi wî re bû û xalîçeya sor ji wan re hatibû raxistin û Şah Selman ew pêşwazî kiribûn.

Di vê geştê de xalîçeya mor hatiye raxistin.

Donald Trump doh got: “Ez ber bi Siûdî, Qeter û Îmaratê ve diçim. Serdana min dîrokî ye.”

Li gorî agahiyan, Trump li bendê ye ku bi çend peymanan vegere Koşka Spî ku mîqadarê wan nêzîkî trîlyonek dolar e.

Li gorî plana geştê, firokeya Trump pêşî li Riyadê daket. Serokê Amerîkayê paşê dê biçe Dohayê paytexta Qeterê û piştre jî dê biçe Ebû Dabiya paytexta Îmaratê û geşta xwe ya Kendawî bi dawî bike.

Serokê Amerîka ji bo îmzekirina peymanên hilberînê, bazirganî, çek û enerjiyê; her wiha bihêzkirina peywendiyan serdana Rojhilata Navîn dike.

Welatên Kendavê li pey garantiya ewlehiya Amerîkayê digerin, Trump jî dixwaze bihayê petrolê daxe û pirsgirêkên Îran, Îsraîl û Filistînê çareser bike.

Şerê Ukrayna û Rûsyayê, Şerê Xezeyê, dan û standinên Îran û Amerîkayê yên li ser bernameya atomî ya Îranê mijarên serekî yên geşta Donald Trump in.



Source link