
DÎLOK – Di kargehê de teqîn çêbû: Birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di kargeha çêkirina xalîçeyan de teqîn çêbû û di encam de 7 karker birîndar bûn.
Li 2yemîn Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê di kargeha çêkirina xalîçeyan de qazana hilmê teqiya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Hat diyarkirin ku ji ber teqînê 7 karker birîndar bûne û tîman ew birin nexweşxaneyên cuda.
Li gel vê yekê zerer gihiştiye 3 otomobîlên li ber dîwarê kargehê.