
Îsal 47 hezar koçber bi awayê neqanûnî çûne…
Dusseldorf (Rûdaw) – Di çar mehên borî de 47 hezar koçber bi awayê neqanûnî çûne welatên Ewropayê.
Li ser sînorên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hêzeke hevbeş a Ewropî ku jê re tê gotin Frontex heye.
Frontex bo nimûne karê parastina sînoran dike, her wiha berhevkirina zanyariyan li ser koçberiya neqanûnî û qaçaxçiyan jî dike.
Li gorî daneyên wê saziyê ku hefteya borî hatine eşkerekirin, di çar mehên destpê yên îsal de, rêjeya koçberên ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne li gorî par 5 ji sedî zêde bûye û heta niha zêdetirî 18 hezar kesan li aliyê Fransayê hatine tomarkirin ku derbas bûne.
Her wiha ji sedî 27 kêmtir koçberên neqanûnî ku hejmara wan 47 hezar kes in, ji cihên din ên wekî Rojhilata Navîn û navçeyên din ên Asya û Afrîkayê çûne nav Yekîtiya Ewropayê.
Sedema vê kêmbûnê jî wekî ku di daneyan de diyar dibe, vedigere wê yekê ku rêyeke qaçax ji welatên Balkanê wekî Makedonya û Kosova û Sirbistan û Bosnayê hebû û ew rê mîna berê hêsan nemaye.
Lewma li gorî par 58 ji sedî kêmtir koçber bi wê rêyê gihîştine Yekîtiya Ewropayê.
Ew rêya ku ti guherîn bi ser de nehatiye û hîn jî gelek koçber jê tên rêya avî ye ber bi Îtalyayê û dane nîşan didin ku li gorî par tenê sê ji sedî koç ji wê rêyê kêm bûye.
Frontex dibêje ewên ku hîn jî ji rêya Balkanê xwe digihînin Ewropayê, zêdetir hemwelatiyên Sûriye, Tirkiye û Afganistanê ne.