
Stranbêja Îsraîlî ji Hemasê rizgar bû, di…
Hewlêr (Rûdaw) – Di Pêşbirka Stranan a Eurovisionê ya 69emîn de stranbêja Îsraîlî Yuval Raphael bû duyem.
Di Pêşbirka Stranan a Eurovisionê ya 69emîn de ku li bajarê Baselê yê Swîsreyê hat lidarxistin, ji muzîkê zêdetir siyaset, protesto û hestên dijwar derketin pêş.
Stranbêjê Awisturyayî JJ yê bi navê Johannes Pietsch bi strana “Wasted Love” di pêşbirka Eurovisionê de bû yekem.
Stranbêja Îsraîlî Yuval Raphaela ku di 7ê Kanûna Paşîn a 2023yan de ji êrişa Hemasê rizgar bûbû jî bi strana “New Day Will Rise” bû duyem.
Yuval Raphaela 24 salî ku li ser navê Îsraîlê beşdarî pêşbirkê bûbû, di dengdana gel de bû yekem, di rêzbendiya giştî de jî bû duyem û mohra xwe li şevê xist.
Ji êrişa Hemasê rizgar bûbû
Lê ya ku bala hemûyan kişand çîroka wê ya trajîk a li pişt perdeyê bû.
Raphael yek ji wan kesan bû ku ji qetlîama Festîvala Muzîkê ya Novayê ya ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan pêk anîbû bi saxî rizgar bûbû.
Raphael di wê roja tirsnak de bi perçeyên şarapelê ku ketibûn lingê wê, xwe di navbera terman de veşartibû û bi saetan xwe li mirîtî danîbû û bi awayekî mucîzewî sax ma.
Hunermenda ciwan ku ji wê rojê ve hewl dide bi muzîkê birînên xwe derman bike, li ser dika Eurovisionê ne tenê stranek lê çîrokeke berxwedanê pêşkêş kir.
Raphaela ku xwe bi alaya Îsraîlê pêçabû got, “Ez hest dikim ku ez di jiyanê de bi ser ketime.
Di jiyana xwe de min qet hest nekiribû ku min qasî vê care serkeftin bi dest xistibe.
Ez vê serkeftinê diyarî welatê xwe, dîlên xwe dikim. Serkeftina rastîn dê rizgarkirina wan 58 dîlên ji Xezeyê û vegera wan a malê be.”
Lê dika Raphael ne tenê bi çepikan, bi protestoyan jî hat qefilîn
Dika Raphael ne tenê bi çepikan lê bi protestoyan jî deng veda. Temaşevanên ku alên Filistînê vekirin bi tundî hiryotî Raphaelê kir û ew li ser dikê rastî nerazîbûnan hat.
Karmendên ewlehiyê bi lez du kesên ku dixwest derkevin ser dikê asteng kirin û ewlehiya konserê misoger kir.
Azerbeycanê 12 xalên tem dan Îsraîlê
Yek ji bûyerên herî nîqaşker ên şevê ya ku tansiyona siyasî gihişt asta herî bilind dayîna 12 xalên tam ên Azerbeycanê ji Îsraîlê re bû.
Ev piştgiriya ku di bin siya protestoyan de pêk hat li medyaya civakî deng veda.
Bi taybetî di nav bikarhênerên Tirk de, biryara Azerbeycanê bû sedema bertekan.
Di hin şiroveyan de tê gotin “Di atmosfereke wisa de ev piştgirî nayê efûkirin” û biryara Azerbeycanê wekî “peyama stratejîk” jî hat xwendin.
Li hemberî vê Raphaelê li ser dika Eurovisionê nikarîbû hestên xwe bigire û got:
“Xwesteka min a sereke ew bû ku ez kêliyeke kêm be jî serbilindî û aştiyê bibim vî welatî.
Em dê pîroz bikin lê ji her tiştî zêdetir ez li benda vegera Îsraîlê me, gavan li erdê deynim û hevalên xwe hembêz bikim.”
Raphael di dengdana jûriyê de di rêza 14emîn de cih girt
Raphael bi balada xwe ya bihêz “New Day Will Rise” (Rojeke Nû Dê Derkeve) 297 xal standin û di dilê gel de bû yekem lê di dengdana jûriyê de tenê di rêza 14emîn de cih girt.
Serkeftiya pêşbirkê JJ ji Awistiryayê bû. Estonya bû sêyem, Swêda ku wekî favorî dihat nîşandan tenê di rêza çarem de ma.
Raphaelê derbarê reqîbê xwe JJ de got, “Dengê wî pir xweş. Wî heq kir ku bi ser bikeve” û camêriya xwe parast.