Spor

Hesreta 18 salan qediya: Mardin 1969 Spor derket Lîga 1em

Hewlêr (Rûdaw) – Di maça fînalê ya Koma Sor a qonaxa play-offê ya Lîga 2yan de, Mardin 1969 Sporê 2-1 zora Muşsporê bir.

Mardin 1969 Spor bi serkeftinê re piştî 18 salan derket Lîga 1ê.

Her du tîmên Bakurê Kurdistanê Mardin 1969 Spor û Muşspor di fînala Koma Sor a play-offa Lîga 2yan de li Stadyuma Amedê hatin pêşberî hev.

Mardin 1969 Spor di maça girîng de bi encama 2-1 bi ser ket.

Golên serkeftinê yên Mardin 1969 Sporê Mertan Ozturk xuleka 24an û Mîraç Acerx uleka 61an  avêtin.

Gola Muşsporê xuleka 73yan ji aliyê Bîlal Budak ve hat avêtin.

Mardin 1969 Spor piştî 18 salan di Lîga de ye

Di xulekên mayî yên maçê de ti golên din nehatin avêtin û Mardin 1969 Spor di maçê de bi ser ket.

tîma sor û reş bi encamê re şampiyon û piştî 18 salan karî derbasî Lîga 1ê.

Tîma din a Bakurê Kurdistanê Muşspor di Lîga 2yem de ma.

Source link