Nuçe

Li Colemêrgê bûyereke diltezîn: Keçikeke 17 salî…

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, keçeke ciwan a bi navê Asya Zîrek ji qata 4an a avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.

Bûyer şeva borî li Taxa Berçelanê ya navenda Colemêrgê rû da.

Li gorî agahiyan, keça 17 salî Asya Zîrek ji qata 4an a avahiyekê ket û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Asya Zîrek veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Asya Zîrek nehat rizgarkirin û wê canê xwe ji dest da.

Lêpirsîn hat destpêkirin

Sedema ketina Asya Zîreka ku xwendekara pola 12an a amadehiyê bû hîn ne diyar e.

Hêzên ewlehiyê li ser vê mirina biguman dest bi lêpirsîneke berfireh kir da ku were tesbîtkirin ka Asya bi xwe ketiye yan sedemeke din heye.



Source link