8emîn Festîvala Şanoyê ya Hewlêrê dest pê dike
Hewlêr (Rûdaw) – 8emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê dê roja yekşemê dest pê bike.
Birêvebirê Hunera Şanoyê yê Hewlêrê da zanîn ku dê 10 kom beşdarî festîvalê bibin û mazûvaniya lîstikvan, şanoger û hunermendên jêhatî yên Kurd û Ereb were kirin.
Birêvebirê Hunera Şanoyê yê Hewlêrê Hîwa Suad Yûnis li ser 8emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Birêvebirê Hunera Şanoyê yê Hewlêrê Hîwa Suad Yûnis ragihand:
“Saet 18:00ê 20ê vê mehê, li Hola Rewşenbîriyê ya Hewlêrê, 8emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê dest pê dike.
10 komên şanoyê yên ji welatên Tûnis, Lîbya, Misir, Îran, Tirkiye û bajarên Îraq û Herêma Kurdistanê beşdar dibin.”
Hîwa Suad Yûnis diyar kir ku dê stêrkên navdar ên sînema, şanoyê û hunermendên Kurd, Ereb, Îraqî û biyanî beşdar bibin.
Birêvebirê Hunera Şanoyê yê Hewlêrê da zanîn ku festîval dê bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ve were lidarxistin û dê rojane 2 şano werin nîşandan
Her wiha komîteyeke pispor jî dê nirxandinê ji bo şanoyên koman bike.
Hîwa Suad Yûnis destnîşan kir ku “ji bilî nîşandan û nirxandina şanoyan, komek çalakiyên din ên wekî semîner û rûniştinên rexneyî jî dê di fêstîvalê de werin encamdan.”