Ewrên Şevê ji Weşanên Avestayê derket
Hewlêr (Rûdaw) – Kurdiya berhema Amy Lowellê ya bi navê Ewrên Şevê ji Weşanên Avestayê derket.
Rizgar Elegez berhem ji Îngilizî wergerandiye Kurdiya Kurmancî.
Berhem ji helbestên Amy Lowellê pêk tê û 88 rûpel e.
Helbesteke di Ewrên Şevê de wiha ye:
“Qedeha min vala ye î-şev
Sar û ziha ye lêv û dev,
Diricife bi bayê tê ji pencereya vekirî.
Vala û xalî, spî diçirûse l’nêv hîveronê.
Ode tijî bûye bi xweşbêhna seyr
Ya kulîlkdana vîsteryaya erxewanî.
Ew dihejin di nav şemala hîvê
Û hey diniçinîne rûberê dîwêr.
Lê qedeha dilê min e bêdeng,
Sar û vala ye peng.
Gava tu têyî, ew dibe tijî û çilk
Sorgevez û vedilerze bi xwînê,
Xwîna dil bo noşandina te;
Ku tijî bike devê te bi evînê
Û çêja tehle-şirîna ruhekê.”
Amy Lowell kî ye?
Helbestvan, nivîskar û rexnegire , 9ê Sibata 1874an li Bostona Massachusettsa Amerîkayê hatiye dinyayê. Di malbateke malhebûniya wan baş de mezin bû û kitêbxaneyeke dewlemed ya bavê wê hebû.
Di nava derdoreke xwende de zûtirê edebiyat û fikrên sofîstîke nas kirin lê belê Amy keseke hinekî dûrepazêr bû û di 17 saliya xwe de dev ji dibistanê berda û xwe da ser kitêbxwendinê. Wê bi awayekî ku lê bûbû xuh koleksiyona kitêban çêdikir û dixwend.
Xebatên wê yên pêşîn sala 1910an di Antlantic Monthly de derketin. Lê helbestên wê wekî pirtûk sala 1912an bi navê A Dome of Many-Coloured Glass, (Qubbeya Şûşe Ya Pirr-Reng) çap û belav bûn. Çend berhemên wê yên din ev in:
– Kêrên Şûr û Toximê Xaşxaşkê, (Sword Blades and Poppy Seed, 1914).
– Mêr, Jin û Xeyalet, (Men, Women and Ghosts, 1916).
– Wêneyên Dinyaya Li Ser Avê, (Pictures of Floating World, 1919).
– Bayê Rohilat, (East Wind, 1926).
– Balad Ji Bo Firotinê, (Balad For Sale, 1927).
Tevî gelek berhemên din, li ser helbestvanê mezin John Keats xebateke biyografîk (1925) û antolojiyek li ser Çend Helbestvanên Îmajîst (Some Imagist Poet, 1917) nivîsî. Lê hemû helbestên wê bi navê Hemû Berhemên Poetîk yên Amy Lowellê (The Complete Poetical Works of Amy Lowell) sala 1955an bi pêşgotina Louis Untermeyer wê çap bûn.
Amy Lowellê di temenê 51 salî de, sala 1925an konê xwe ji nav konan bar kir. Salekê di pey mirina wê re, ji bo koleksiyona wê ya helbestan ya bi navê Saet Çi Ye (What’s O’Clock) bi Xelata Pulitzerê (Pulitzer Prize for Poetry) hat xelatkirin.