Çand û Huner

Berfa nîsanê lûtkeya Çiyayê Nemrûdê xemiland

Hewlêr (Rûdaw) – Çiyayê Nemrûdê yê li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê ye û di nîsanê de bi berfê spî bû.

Çiyayê Nemrûdê di Lîsteya Mîratên Çandî yên Cîhanê ya UNESCOyê de cih digire û ji aliya Wezareta Çandî ya Tirkiyeyê jî wekî Qada Parka Neteweyî tê parastin.

Lûtkeya Çiyayê Nemrûdê bi peykerên xwe yên bêhempa û bilindahiya xwe ya 2 hezar û 150 mêtroyî wekî cihê herî xweş ê ku hilatina rojê û avabûn rojê lê tê temaşekirin tê zanîn.

Peykerên bilind bi berfê spî bûn û dîmenên balkêş derketin holê.

Geştyarên ku çûbûn dîtina lûtkeya çiyê piştî meşeke bi qasî 4 kîlomêtroyî gihîştin lûtkeya Çiyayê Nemrûdê û bêhna xwe dan û gelek wêne û dîmen girtin.

Her sal ji bo dîtina hilatin û avabûna rojê bi sed hezaran geştyar diçin ser Çiyayê Nemrûdê.



Source link