
Bîranînêd Min ji Weşanên Avestayê derket
Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka “Bîranînêd Min” a Ahmedê Mirazî ji Weşanên Avestayê derket.
Tîpguhêziya ji Kirîlî ji aliyê Şêxmûs Ozpolat ve hatiye kirin.
Naveroka wê ji jiyan û biranînên Ahmedê Mirazî pêk tê û pirtûk 128 rûpel e.
Heciyê Zindî di pêşgotina pirtûkê de li ser Ahmedê Mirazî wiha gotiye:
“Zimanê Ahmedê Mirazî zef î dewletî ye, merîfeta wî ye efrandariyê pir e, lema jî her efrandineke wî bi hewaskarî tê xwendin û bihîstinê. Ew ji cimaetê hîn dibû, mîna cimaetê jî diefirand. Gelek cara qise, mijûlî, metоlоk, tîmsalêd cimaetê nava nivîsarê xwe da daye xebatê. Efrandinêd Ahmedê Mirazî bi zimanê ûrisî, ermenî, gurckî tercime bûne.”
Rizgar Elegez jî bi vî rengî behsa Bîranînêd Min û Ahmedê Mirazî kiriye:
“Ahmedê Mirazî; nivîskar, şa’ir, dengbêj û zanayekî xwedan feraseteke bilind ku ev berhema han ji qismek destxetên wî pêk tê. Ev berhema Ahmedê Mirazî, Bîranînêd Min, ji mîrasa me ya nivîskî xezîneyeke mezin e ku der barê serê qurneya bîstan qismekî tarîxa me zelal dike. Çawa ku berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî di qurneya nozdehan da ciyekî girîng digirin, her wisa ev berhema Ahmedê Mirazî ji ziman, tarîx, folklor heta agahiyên etnografîk ronahiyê dike ser wî zemanî.
Ahmedê Mirazî kesekî ku ruhê zeman hîs kiriye, li pey Zemanê Çûyî dikeve ku navê piyeseke wî ye jî. Ev berhem lap edebî ye ku ji bîra zeman zelal dibe û miletheziya wî dide der. Mirazî ji nesla pêşîn ya ku sazkar û rukndarê zimanê kurdî û bedewnivîsîna kurdî ye di dewra Sovyêtê da.
Kesê xwedanê van xetan, şa dibe ku wekî hevbajariyê Ahmedê Mirazî di karê vê kitêbê da cî digire. Helbet ruhê Mirazî şa ye ku ev berhema wî dîsa dagêrî ser war û warxanê wî dibe û navê wî di nava cêrgeyêd zêrîn da diçilvile.”
AHMEDÊ MIRAZÎ: (AHMEDÊ ŞEWÊŞ MÎRAZOV) – Nivîskar, şa’ir, dengbêj, teşkîldarê kultur û perwerdeyê, sala 1899an li gundê Tûtekê yê nehiyeya Giyadînê ku wî çaxî bi ser qezaya Bazîdê bû, ji diya xwe bûye.
Xwendina xwe ya pêşîn li cem meleyê gund dixwîne û paşê li Giyadînê ew mektebên dewra Osmaniyan, li mekteba Îbtidayî û Ruşdiye dixwîne. Di heyama salên Şerê Cîhanê yê Yekem de ji bo xwendinê diçe bajarê Tiblîsê lê jê re naqede ku bikeve mektebeke bi zimanê Ûrisî, piştî çend salên xebatê vedigere gund. Ew meha Adara 1918an ji ber şer, malbata wî tevî Kurdên Êzidî dibine mihacir, ber bi Rewanê, Tiblîsê û Elegezê koçber dibin. Di rê de ji ber şer û revê, birçîbûn û nexweşiyan gelek însan qir dibin.
Ahmedê Mirazî sala 1919an diçe Tiblîsa Gurcistanê, ji salên 1920î û pê de li wir di nava nîzama teze ya Soviyetan de tev li karên kultur û perwerdeyê û pêşvebirina cimaeta Kurdan dibe. Di tarîxa 1928an de ji terefê hikumeta Gurcistanê diçe devera Toloş û Axalsîxayê ku rewşa xwendin û mektebên Kurdan tesbît bike.
Di wan salan de diçe li Moskowê li zanîngeha komunîstên Soviyetê dixwîne. Di hazirkirina kitêbên dersan de wezîfeyên cabdar digire, helbestan ji bo dersan dinivîse û gelek helbest û nivîsên wî di Riya Teze de dertên. Kitêba bi navê Nivîskarê Kurmanca, Efrandina Duda de jî helbestên wî hene, ku hazirkir Heciyê Cindî û redaktor Hiraçya Koçar e ku di sala 1934an li Rewanê çap bûye. Tevî kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Yûsif Kamil Bedirxan, Hakob Xazaryan (Lazo), Olga Xazaryan, Esedê Cango, Hovanês Sîsyan karên kultur û ziman pêk tîne. Dîsa wekî pêşengekî binecîkirina kultur û zimanê kurdî, Ahmedê Mîrazî bi kesên wekî Qanadê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Çerkez Bakayev ra tev li Kongreya Kurdolojiyê ya li Rewanê dibe (1934). Çend stranên wî bi desteka Casimê Celîl ji dengê wî di beşa radyoyê de tên qeydkirin.
Kurdologê navdar Oleg L. Vilchevisky jî tev li Kongreya Kurdolojiyê ya li Rewanê dibe û der heqê dengbêjiya Ahmedê Mirazî de behs dike ka çiqasî di warê folklor û zargotina Kurdî de dewlemend e. Berhema wî ya pêşîn ya bi navê Zemanê Çûyî (1935) piyes e, sala 1935an hatiye nivîsîn ku di edebiyata Kurdî pêleke pêşîn e.
Ahmedê Mirazî 1937an diçe Ermenistanê li bajarê Hoktêmbêryanê bi cî dibe û li wir dixebite. Berhema xwe ya mezin a bi navê Bîranînêd Min (1966) sala 1958an xilas dike ku ji 700 rûpelî pêk dihat. Lê belê ev berhema han a ku di sala 1966an de li Yêrêvanê çap bibû, qismek ji wê berhema wî ye. Qismek ji mîrasa wî ya nivîskî ku ji helbest û romanekê pêk tê hê jî serwinda ne.
Wekî Heciyê Cindî dide kifşê, afirandinên Ahmedê Mirazî li zimanê Ûrisî, Ermenî, Gurckî hatine wergerandin.
Ahmedê Mirazî sala 1961ê li gundê Exêgnûtê (Qamûşliya berê), yê nehiyeya Hoktêmbêryanê wefat kir. Lê belê navê wî di nava cêrgeyên zêrîn yên bedewnivîsîna Kurdî de payîdar e.