Festîvala 4emîn a Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê dest…
Hewlêr (Rûdaw) – Bi beşdariya 32 fîlmên Kurdî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, Festîvala 4emîn a Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê dê di navbera 9-11ê Gulanê de li Amsterdama Holendayê were lidarxistin.
Serokê Festîvala 4emîn a Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê Rêber Doskî ji Rûdawê re ragihand, ew di her xuleke Festîvalê de li ser sînemaya parçeyeke Kurdistanê dixebitin ku îsal bala wan li ser sînemaya Başûrê Kurdistanê ye û mijara sereke jî “Azadî” ye.
Rêber Doskî amaje pê kir ku ew dixwazin balê bikişînin ser bipêşketina ku li Başûrê Kurdistanê heye û serxwebûn û azadiya ku heye û çi bandor li parçeyên din ên Kurdistanê kiriye.
Doskî her wiha destnîşan kir, ji bilî nîşandana fîlman di Festîvalê de, di çend panelan de balê bikişînin ser rewşa Kurdistanê û bipêşveçûnên wê û pêwendiya welatên derdorê yên li gel Kurdistanê.
Festîval roja înê 9ê Gulanê bi fîlma “1988” a li ser Helebceyê dest pê dike, sê rojan berdewam dike û “Lamîdya” sponsorê sereke ya Festîvalê ye.
Ji bilî nîşandana fîlm û amadebûna çêkerên Kurd, çalakiyên muzîkê û hunerî dê di festîvalê de werin pêşkêşkirin.
Di festîvalê de fîlma dawî ya Çêkerê Kurd Hişam Zeman ê bi navê “A Happy Day” yanî “Rojeke Xweş” jî beşdar e.
Fîlm li herêmên bi berf ên bakurê Norwecê hatiye girtin, behsa sê xortan dike ku biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn lê ji ber ku temenê wan di bin 18 salî de ye, li kampeke dûr a wî welatî tên bicihkirin, heta ku temenê wan dibe 18 sal ku piştre bişînin welatê wan.
Ev her sê xort biryarê didin ku bi hev re bixebitin ku ji wê kampê birevin lê piştî ku her sê jî dikevin nava tora evîna keçeke porzer, hemû planên wan têk diçin.
Di festîvalê de, fîlma yekem a tirsnak a Kurdî ya bi navê “Şewe” ku Derhêner Dilovan Zendî amade kiriye jî dê were nîşandan.
