Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi dirûşma…
Hewlê (Rûdaw) – 14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) bi nîşandana fîlma derhêner Hîşam Zaman dest pê dike.
Festîval dê 25ê Nîsanê dest pê bike û heta 3yê Gulanê ango 9 rojan berdewam bike.
Îsal Picture House ya li Finsbury Parkê û Rio Sînema ya li Dalstonê mazûvaniya festîvala fîlmên Kurdî dikin.
Di çarçoveya festîvalê de dê di nava 9 rojan de nêzîkî 60 fîlm werin nîşandan.
Ji wan fîlman 10 ji wan metraj dirêj in û 13 jî belgefîlmên dirêj in.
Her wiha 14 belgefîlmên kurt û 20 jî fîlmên kurt hene. Fîlmeke 17 deqîqeyî ya anîmasyon a bi navê “Anita Lost In The News” jî heye.
Li aliyê din, di çarçoveya festîvalê de 2 panêl jî dê bên lidarxistin.
Panêla yekem “Reclaiming (Mother) Land-Xwedîlêderketina/Daxwazkirina Axa Xwe”. Ev dê sohbetek be digel derhênerên jin ên kurd.
Panêla duyem jî digel derhênerên ne Kurd re ye ku fîlmen xwe li ser Kurdan çêkirine.
Her wiha anîmasyon workshopek jî hebe. Nur Ozkaya li ser trailera festîvalê worksopek bide û behsa çêkirina wê bike.
Festîval di 25ê Nîsanê de bi galaya vekirinê dest pê dike û di galayê de fîlma derhêner Hîşam Zeman a bi navê “Rojeke Xweş” (A Dappy Day) bê nîşandan.
Fîlm behsa 3 zarokan dike ku li kampa penaberan dijîn û dikin jê birevin. Derhêner qala zaroktîya xwe jî dike di nava vê fîlmê de.
Hevderhênerê LKFFyê Ferhan Stêrk li ser bijartina filma “Rojeke Xweş” wiha got, “Me ev fîlm bijart ji ber ku me xwest em behsa vegerîna malê bikin.
Fîlma Mehmet Alî Konar, fîlma Binevşa Berivan û Rêber Doskî jî qala vegerîna malê dikin. Festîval jî li ser wê disekine îsal.”
Di galayê de hûnermendê mêvan jî stranbêj Alî Tekbaş e.