Li Amedê lixwekirina cil û bergên Kurdî kêm bûye
Amed (Rûdaw) – Li Amedê di jiyana rojane de li xwekirina cil û bergên Kurdî gelek gelek kêm e.
Şal û şapik, şalvar û êlek, kiras û fistan tenê di rojên taybet de tên lixwekirin.
Liberkirina cil û bergên Kurdî di rewşa heyî de tenê di nav kesên temen mezin de hinek berbelav e.
Ji bilî wan keç û xortên ciwan berdewam cilên modern li xwe dikin
Di 10ê Adarê roja cil û bergên Kurdî de jî rewş heman e.
Arîn Xatemî ji Bokana Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew taybet ji bo beşdarbûna Newrozê ji Almanya hatiye Amedê û bi cil û bergên Kurdî wekî rengek ji hemû rengan bedewtir li kolanên bajêr diteyîse.
“Reseniya xwe her tim biparêzin, em bi eslê xwe zindî ne”
Arîn Xatemiyê got, Cil û bergên min cil û bergên Kurdî ne. Kiras ev jî soxme ye, ev jî kember e.
Em bi Soranî dibêjin pişton. Ev cilên Merîwanê ne. Her sal têm Newroza Amedê. îsal jî hatim.
Ez keçeke Rojhilatî bangî keç û xortên Bakûr dikim ku cilên Kurdî li ber xwe bikin.
Resenetiya xwe her tim biparêzin. Em bi eslê xwe zindî ne, em bi eslê xwe jîn dibin.
Li Rojhilat tu carî mirov ji cilên xwe û resenetiya xwe dest bernedane.
Ne tenê ji bo rojên taybet dema tu diçî bajarekî dibînî ku her tim cilên Kurdî li ber xwe dikin.
Di vê roja cil û bergên Kurdî de ji bilî Arînê li sûk bazarên bajêr kesên ku cilên Kurdî li ber kiribin ji hejmara tilîkên du destan ne zêdetir in
Ne li bejna ciwan û mêran şal û şapik, ne jî li bejna keçik û jinan kiras û fistan hene. Rengê jiyana rojane ya bajêr bes ji cilên modern pêk tê.
“Cil û bergên Kurdî ji bo hebûna Kurdan e”
Dengbêj Mihemedê Şêx Emîrî giringiya cil û bergên Kurdî wiha anî ziman:
Cil û bergên Kurdî ji bo hebûna Kurdan e. Meriv bi cilên xwe û bi zimanê xwe heye.
Dema em cilên xwe li ber nekin, em bi zimanê xwe neaxivin tê wî meneyê ku em tune ne
Ez ji gencan re dibêjim bira cil û bergên Kurdî li xwe bikin.
Welahî cil û bergên xwe li xwe bikin û ferî cilên xwe bibin êdî cilên din li xwe nakin.
Hem rehet in, hem meriv pê naêşê hem jî meriv pê dilgeş dibe.”
“Ez ji kultura bav û kalan nayêm xwarê”
Hecî Evdilqadir Temûr jî wiha got, “Weleh gênc li xwe nakin. Ez carna diçim gund dibêjin kultura miriyên me ji bîr nekin ka ez çi bikim
Ev kultura bav û kalan e. Ez ji kultura bav û kalan nayêm xwarê. Hingî min bîr biriye ez van cilan li xwe dikim.”
Kiras û fistan, şal û şapik û şalvar û êlek tenê di 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar de, di ahengên Newrozê de û di şahiyan de bi bîra welatiyan dikeve
Nûrhan Gulçer got, “Kultura berê were danîn pir rind dibe. Dive ev di nav gel de belav bibe.
Kultura berê ya Kurdan ev bû yanî. Meriv êdî nizane kê kê ye. Her kes tu dibînî tiştên cûda li xwe dikin.
Osman Ekîn got, Ji xwe di dewetan da, di Newrozan da li xwe dikin. Wekî din di jiyana rojane li xwe nakin. Heke meriv li xwe bike kultura xwe bijî pir baş e.”
Li Amedê tevî ku liberkirina cilên Kurdî di jiyana rojane de nîne jî bi dehan atolyeyên çêkirina wan cilên kevneşop hene ku ji bo rojên taybet ji jin û meran re wan cilan çêdikn û hinardeyî welatan dikin.