Çand û Huner

Durzî kî ne û nihêniyên baweriya wan çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) – Durzî baweriyeke ku bi yekgirtina xwe ya navxweyî tê naskirin. Durzî li Sûriye, Libnan û Filistînê dijîn. Ev ol di sedsala 11an a zayînî de ji aliyê Mihemed kurê Îsmaîlê Durzî yê ku bi navê “Enuştekîn” tê naskirin, hatiye damezrandin.

Durzî xwedî alayeke taybet in. Hejmara civaka wan, nêzîkî yek milyon û 500 hezar kes tê texmînkirin.

Damezirandin û serîhildana Durziyan

Kokên dîrokî yên bawerî Durziyan vedigerin serdema şeşemîn xelîfeyê Dewleta Fatimî, Hakîm bi Emrîllah ku dema desthilatdariya wî ji sala 996an a zayînî heta 1021ê zayînî berdewam kir.

Ev bawerî li ser destê Mihemed kurê Îsmaîlê Durzîî yê ku koçî Şamê kiribû, hate damezrandin û li ser navê wî hat naskirin. Peyva “Durzî” ji koka peyva “derz” hatiye ku di zimanê Erebî de tê wateya wan kurên ku cil û berg durûtine û çêkirine.

Hinek çavkaniyên din dibêjin ku damezrînerê rastîn ê vê baweriyê Hemza kurê Elî kurê Mihemed Zûzenî ye ku wekî yek ji damezrînerên mezheba Muwehhîdîna Durzî tê hesibandin û nivîskarê sereke yê nivîs û belgeyên Durziyan e.

Durziyan di navbera salên 1017-1020î de dest bi propagandaya baweriya xwe kirine û vê pêvajoyê heta sala 1043an a zayînî berdewam kir. Piştî wê, deriyê baweriyê hat girtin û bawerî tenê ji bo wan kesan ma ku di destpêkê de bawerî pê anîbûn û kurên wan û yên ku ji wan çêbûn ma bû. 

 Êdî girêdana bi bawerî Durziyan bû tiştekî qedexe, ew kesê ku bi eslê xwe ne Durzî be nikare bibe Durzî be.

Ji şexsiyetên dîrokî yên navdar ên vê baweriyê, ji bilî damezrîneran, Husên kurê Heyder Ferxanî yê ku bi Ecde tê naskirin û Behaeddîn Semûqî yê ku bi navê Zerîf tê nasîn.

Di asta siyasî de, di nav vê baweriyê de Sultan Paşa Etreş ku di salên 1920î de serokê serhildana dijî Fransiyê bû li Sûriyeyê derketibû pêş.

Her wiha kesên wekî Serokê siyasî yê Libnanî Emîr Şekîb Erslan, Damezrînerê Partiya Pêşverû ya Sosyalîst û kurê wî Kemal Canbolat û Welîd Canbolat, Serokê Partiya Demokrat a Lubnanî Telal Erslan şêxsiyetên siyasî ne.

Eqîdeya baweriyê ya Durziyan

Eqîdeya vê baweriyê û mezheba wê bi gelek nihêniyan hatiye dorpêçkirin, ji ber ku damezrînerên wê biryar dane ku eşkere nekin û agahiyan tenê di nav bazineke teng de bihêlin.

Wan tenê ji bo yên ku temenê wan gihîştiye çil saliyê û bûne kurên baweriyê hiştine ku fêrî vê baweriyê bibin.

Hin dibêjin, Durzî vê ramana xwe belav kirine da ku mirov ji pirskirina li ser baweriya wan dûr bixin, ev ramanek e ku li ser bingeha baweriya bi parastina nihêniyê hatiye avakirin.

Durzî xwe wek “Muwehîdîn” an “Benû Merûf” bi nav dikin ku navê êleke Erebî ye ku di destpêka damezirandinê de bawerî bi Durzîtiyê anîbû.

Wan bawerî bi soz an belêna “Welî Zeman” heye ku sondek e ku yek pê dibe Durzî û ew vê wek sozeke ezelî dizanin.

Durzî bi girêdana xwe ya li dora xwe, bi yekîtiya civakî, çandî û siyasî tên naskirin. Mêrên wan bi simbêlên mezin tên naskirin ku wateya wan a olî heye.

Baweriya Durzî bi mezheba tewhîdê ve girêdayî ye, hemû baweriyên wê ji baweriya Îsmaîlî hatine wergirtin. Eqîdeya Durzî ji aliyê gelek rêbazên felsefî û olî yên cuda ve hatiye bandorkirin, yek ji bingehên wê, nihênîtî ye.

Endamên vê baweriyê ji yekîtiya mutleq a Xwedê bawer dikin ku Xwedê afirandar û kontrolkerê ebedî yê gerdûnê ye û ku aqilê mirov nikare mezinbûna wî fam bike.

Her wiha baweriya wan bi Qurana pîroz heye lê têgihîştin û şîrovekirina wan a taybet ji bo deqan heye, dûr ji wateya zelal a di deqê de.

Her wiha pirtûkek wan bi navê “Nameyên Hikmetê” heye ku ji aliyê Hemza kurê Elî kurê Ehmed ve hatiye nivîsîn, pirtûk “tefsîrek ji bo Quranê” ye û ji bilî şêxên Durziyan qedexe ye kesekî din lê binêre û wê bixwîne.

Digel ku eqîdeya Durziyan di bingehê xwe de ji Îsmaîliyê pêş ketiye lê ew xwe wekî Misilman diyar nakin. Hinek ji wan, ji bo sedemên siyasî, li der ve bangê vê yekê dikin, wek awayek ji “teqiye”, ji bo parastina baweriya xwe û ewlehiya xwe, her wiha ji bo dûrketina ji her nakokiyekê bi Misilmanan re.

Yek ji wan baweriyên ku xelkê Durzî pê tên naskirin, baweriya wan bi veguhastina ruhan e, yanî vegera ruhê mirov ji bo jiyanê piştî mirina xwediyê wê, di rêya veguhastina wê bo laşê zarokekî nû de.

Ji ber girtîbûna civaka Durzî, bi kêmî tê dîtin ku Durziyek ji derveyî baweriya xwe jin anîbe yan jî berevajî vê yekê çêbûbe. Her wiha li cem wan pirjinî ne durist e, ji ber vê yekê zilamên oldar an “Uqqal” rê nadin pirjiniyê.

Li gorî dîtina wan ve, ev kar ziyanê dide bingeha dadmendiyê di navbera her du zayendan de.

Astên baweriyê

Durzî dabeşî 3 astan dibin û ew jî wisa ne:

Yekem: Asta mirovên oldar: Ewên ku baweriyê dixwînin û diparêzin, bi “Uqqal” tên naskirin. Ev jî bi rêza xwe dabeşî sê beşan dibin: Serok an “Uqela” an “Ecawidê”, serokê wan wekî şêxê “Uqqal” tê binavkirin.

Duyem: “Ecawid”, ew in ku haya wan ji fêrkirina baweriyê heye û pê ve girêdayî ne.

Sêyem: Ev xelkê giştî ne, “nezan bi baweriyê” û noqbûyî di karûbarên dinyayî de ne cihê yên baweriyê.

Durzî bi giştî cudahiyê di navbera “kesayetiya ruhî” û “kesayetiya laşî” de dikin.

Ya yekem, nihêniyên baweriyê di destê wê de ne (Serok, uqqal û ecawid) lê ya duyem li pey ruhaniyetan nake lê noqbûyî di dinyayê de ye (Ji wan re dibêjin cehal).

Cihên îbadetê li cem Durziyan bi navê xelwat tên naskirin, li wir guh didin tiştên ku ji wan re tên xwendin. Her wiha destûr nadin cehal ku beşdar bibin an guhdariya pirtûkên pîroz bikin, tenê di yek cejnê de nebe,ku hevdem e bi cejna qurbanê ya Misilmanan re.



Source link