
DEM Partî: Em dê bi layiqî xwedî li têkoşîna…
Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ji malbat û hezkiriyê Sirri Sureyya Onder re sersaxî xwest û got, ” Em dê bi layiqî xwedî li bîranîna Sirrî Sureyya Onder û têkoşîna wî ya aştiyê derkevin.”
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder mir.
15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro seat 16:10an mir.
DEM Partiyê li ser mirina Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê belav kir.
DEM Partiyê di peyama xwe de wiha got:
“Em ji ber wefata Endamê Heyeta Îmraliyê û Cîgirê Serokê Meclisê Sirri Sureyya Onder pir xemgîn in.
Em ji bo malbat, gelê Tirkiyeyê û hezkiriyên wî sersaxiyê dixwazin.
Gihandina serketinê ya têkoşîna aştiyê ku wî bi bedela canê xwe berdewam kir, dilsoziya bi bîranîna wî re şertek e.
Em dê bi layiqî xwedî li bîranîna Sirrî Sureyya Onder û têkoşîna wî ya aştiyê derkevin.”