Fîlma derhênerê Kurd beşdarî Festîvala Fîlman a…
Dusseldorf (Rûdaw) – Fîlma hevpar a Kurd-Norwêcî “My Uncle Jeans” piştî nîşandana xwe ya yekem li Norwêcê, dê li Festîvala Fîlman a South by Southwest (SXSW) ya li eyaleta Texasa Amerîkayê were nîşandan.
Di fîlma ku Brwa Wahabpur derhêneriya wê kiriye de Hamza Agoşî û Peyman Ezîzpur di rolên sereke de dilîzin.
Derhênerê Kurd ê hevwelatiyê Norwêcê Brwa Wahabpur, di bernameya Diyasporayê ya ku Hemîn Ebdullah pêşkêş dike de li ser mijara fîlmê axivî.
“Di fîlmê de gelek çîrokên civakî û siyasî hene”
Wahabpur diyar kir ku di fîlmê de gelek çîrokên civakî û siyasî hene.
Fîlm çîroka xortekî Kurd vedibêje ku li Kurdistanê ji dayîk bûye û di zaroktiya xwe de koçî Norwêcê kiriye.
Karakterê sereke yê fîlmê mamosteyek e ku bi du hevalên xwe re di malekê de dijî.
Brwa Wahabpur got, “Çîrok bi serdana mamê ku ji Kurdistanê tê mala wan dest pê dike.
Fîlm hewldanên mam ên ji bo hînkirina çand û zimanê Kurdî ji biraziyên xwe re vedibêje.”
Derhênerî got ku wî beriya 10 salan cara yekem Hamza Agoşî ji bo filmeke kurt a li bakurê Norwêcê kişandî hilbijartibû û ji wê demê ve gelek caran bi hev re kar kirine.
Wahabpur diyar kir ku ji ber vê yekê wî rasterast rola serekî daye wî û ti ceribandinên lîstikvaniyê nekirine.
“Gelek xal hene ku dê bala temaşevanan bikişînin”
Lîstikvanê serekî yê filmê Hamza Agoşî jî got, “Film bi tevlihevkirina drama û komediyê gelek mijarên siyasî û civakî tîne zimên.
Di senaryoyê de gelek xalên hene ku dê bala temaşevanan bikişînin.”
Agoşî her wiha got, “Film ji bo temaşevanên li Ewropa û Amerîkayê gelekî balkêş e.
Ez di filmê de di rola serekî de wekî Mam Yûnis dilîzim, ev beşek ji çîroka min a borî ye.”