Hunermendên navdar daxwaza berdana Nûdem Durakê…
Hewlêr (Rûdaw) – Çend hunermendên navdar en cîhanî piştgirî da kampanya berdana stranbêja Kurd Nûdem Durakê û wan xwest ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Di ser girtina stranbêja ji parêzgeha Şirnexê Nûdam Durakê re 10 sal derbas bûn û bi boneya vê yekê kampanyayeke navneteweyî ya piştgiriyê ji bo berdanê wê hat destpêkirin.
Hesabek bi navê Nûdemê hatiye vekirin û li wir peyamên hunermendan têne belavkirin.
12 hunermendên navdar ku di nav wan de Peter Gabriel, Roger Waters, Emel Mathlouthi û Yanis Varoufakis jî hene, ji bo Nûdem Durak û temamê girtiyên siyasî daxwaza berdanê dikin.
Her wiha ew hunermendên cîhanî dixwazin piştrî ji pêvajoya aştiyê re bê kirin.
Ew hunermend dibêjin, li Tirkiyeyê bi deh hezaran girtiyên siyasî hene ku Nûdem Durak yek ji wan e.
Nûdem Durak sala 1988an li bajarokê Dêrgulê yê parêzgeha Şirnexê ji dayik bûye.
Di nav malbateke dengbêj de mezin bûye.
Sala 2009an li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê dest bi karê hunerî kiriye û di nav Koma Sorxwînê de stran gotine.
Nûdem Durak sala 2015an bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hat girtin û cezayê 19 salan heps li wê hat birîn.